24.11.2019

Dagirkirina Rojava, helwesta cîhanê û Kurd


Ji 9’ê Cotmehê vir ve dewleta tirk bi hêza xwe ya artêşê û ya çeteyan ketiye Rojavayê Kurdîstanê. Dewleta tirk hemû mafan ji xwe re rewa dibîne, lê belê ji Gelê Kurd re mafê jiyanê nasnake. Bi teyare û tankan bajar û gundên Rojava topbaran dike. Heya naha bi sedan kesan jiyana xwe jidest dane. Li ber çavên cîhanê çekên kîmyewî jî hatiye bikaranîn, tê bikaranîn.

Çendî dewleta tirk, jiber berxwedana gelê Rojava, neçar ma ku hewldanên xwe yên dagirkirinê bisekîne, dîsa jî bi alîkariya Rûsan ew li ser axa Kurdan xwe dike xwedî soz. Hewl dide ku bi sed hezaran çeteyên DAIŞ’ê, ku bi salan e ew wan li Tirkiyê xwedî dike, bibe ser axa Kurdan bicih bike. Çendî li cîhanê pirr dewlet lidijî vê daxwaza dewleta tirk derkevin jî, AKP bi hemû derfetên dewletbûnê di nava lebatê de ye ku vê armanca xwe bicih bîne.

Piştî vekişandina leşkerên Emerîkî ji Rojava dewleta tirk vê carê bi Rûsyayê re hevpeymanekê îmze kir. Hê ne diyar e ka wê encamên vê hevpeymanê çawa bin, lê belê ji naha ve PYD diyar kiriye ku ew hemû xalên hevpeymana Rûs-Tirkan napejirîne û li gorî wê tevnagere. Di rojên pêş de wê hêdî hêdî encamên heman hevpeymanê derkevin holê.

Beriya her tiştî dagirkeriya dewleta tirk ji aliyê pirraniya dewletên cîhanê ve hate şermezarkirin. Ji derveyê hin welatên tirkan, di cîhanê de dewletên ku vê dagirkeriya tirkan pejirandiye tine.

Lê mixabin, digel ku pirraniya dewletên cîhanê dijitiya xwe ji dagirkeriya dewleta tirk re aşkere kirin, hêza ku bi awayekê tûnd û bi pratîka xwe lidijî vê dewleta dagirker sekinî û disekine tine.

Ji derveyê Macaristan, di serîde Fransa û hemû welatên din yên Yekîtiya Ewropa (YE) dijîtiya xwe aşkere kirine. Lê belê heya naha di aliyê pratîk de li dijî dewleta dagirker ya tirk tu diştekê nehatiye kirin. YE’yê cur be cur daxûyanî da, hê jî dide, lê belê helwesta wê tenê bi daxûyaniyan ve bi sînor e. Gelê Kurd li benda kiryarên pratîk e.

Cîhan bi tevayî dizane ku Gelê Kurd bûye xwedî hemû şert û mercên netewbûnê, mafê wê heye ku bixwe biryara pêşeroja xwe diyar bike. Herwuha pirraniya Kurdan bûye xwedî mentaliteyekê hemdem. Lê mixabin, jiber cur be cur hejmara berjewendiya hêzan, yekîtiyekê di nava Kurdan de pêknayê û ev xal hertim ji aliyê duşminên Kurdan ve tê bikaranîn.

Divê dagirkirina Rojava bibe sedemê yekbûn û hêzbûna Kurdan. Lidijî dagirkeriya dewleta tirk pêwîste hemû hêzên kurd bibin xwedî yek helwestê. Divê kes nikaribe bêje « Ev der di bin bandora min de ye, bila kes neyê alîkariya min ». Herwuha divê kes vê jî nebêje « Ew der ji min dûr e, çi dibe bila bibe ez xwe tevlê nakim ». Ev her du nêzîkatî jî şaş in.

Roj roja yekîtî, hevkarî û tekoşîna jibo serkevtina gel e. Divê her Kurd gavên xwe li gorî berjewendiyên gel biavêje. Derveyê vê rastiyê tu mafê jiyanê ji me re tine.

Ahmet Gülabi DERE
25.10.2019

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder