28.10.2020

Pirsgrêka Qerebax û Kurd

Qerebax bûye navenda pirsgrêkên Qafqasya û Rojhelata Navîn. Wusa diyar e ku bi rêya  Qarabax’ê hêzên weke Rûsya, Fransa, Emerîka, Tirkiye û hwd. dixwazin bandora xwe firehtir bikin, ji xwe re derfetên jeo-stratejîk biafirînin.

Qafqasya di aliyê jeografîk de bûye xwedî grîngiyeke mezin. Ew ne weke Rojhelata Navîn be jî, bi taybetî ji bo Rûsya û Ewropayê dikare bibe xwedî bandoreke grîng.

Piştî hilweşandina Sovyetê, di sala 1990’î de pirsgrêka Qerebaxê derket. Wê demê şêniyên Qerebaxê bi giranî Kurd bûn, pirraniya wan çûn Rusyayê, yên din jî li cur be cur welatan belav bûn.

Di salên destpêka şerê di navbera Ezerî û Ermeniyan de hin cîwanên Kurd jî hatin bikaranîn, hem ji aliyê Ezeriyan ve û hem jî ji aliyê Ermeniyan ve. Lêbelê piştî salên 90’î Kurdan xwe ji her du aliyan ve jî dûr xistin. Şer di navbera Ezerî û Ermeniyan de domand. Bi taybetî Ermeniyan pirr hewl dan ku Kurd li aliyê wan cih bigirin, lêbelê ew bi ser neketin, Kurd neketin defa wan, nebûn aliyên şer.

Çendî li Qerebaxê, bi taybeti li bajarên Laçîn, Qubatlî û Kelbecer’ê bi dehan hezaran Kurdan jiyan kiribin û ew der weke axa Kurdan bê dîtin jî, divê Kurd xwe nexin aliyê vê şerî. Ne pêwîst e ku Kurd li aliyê Ezerî an jî li aliyê Ermeniyan cih bigirin. Di vî şerî de ti berjewendiyên Kurdan tine. Lêbelê piştî ku ev şer hate rawestandin, li Qerebaxê rewş asayî bû, wê demê divê Kurd mafên xwe bixwazin. Bi dehan hezaran Kurdan, bi sedan salan li ser wê axê ked dane, xwîdan rijandine, lewre di her aliyê de mafê wan heye ku doza xwe bikin daku mafên xwe bidest bixin. Li gorî krîterên Neteweyên Yekbûyî jî Kurd dikarin li Qerebaxê bibin xwedî mafên xwe.

Îro pirraniya Kurdên Qerebaxê li Rusya dijî, lewre divê ji naha ve li Moskova saziyekê Kurdên Qerebaxê bê avakirin. Ji naha ve divê karê dadî bê meşandin daku pişt re astengî çênebin. Ev mijareke grîng e, lewre divê rewşenbîrên me yên Kurdên Qerebaxê ji naha ve destên xwe bikin bin bar û jibo pêşerojê amadekarî bikin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder