Hin
derdor herroj di nava gotinên xwe de cih didin mijara biratiya Kurd û Tirkan û
wê diparêzin. Gelo ev mijar heq dike ku mirov liser wuqasan raweste ?
Tê
zanîn ku di rojên buhurî de sê serokên Şaredariyên Mezin, Amed, Van û Mêrdîn,
ji kar hatin girtin. Ew bi hilbijartinan hatibûn destnîşankirin û bi mîlyonan
kesan dengê xwe dabûn wan. Lêbelê desthilatdariya AKP’ê hebûna wan tehemul
nekir, bi biryara wezîrê karê derve ew ji Şaredariyân hatin dûrxisitn û kesên
ku eleqeya xwe bi Şaredariyan tinene weke Serokên heman Şaredariyan hatin
wezîfedarkirin. Çendî girseyên gel vê rewşê qebûl nekin û bi rojan protestoyan dikin
jî rayedarên dewleta tirk kker û kor in, ne tiştekê dibihîsin ne jî dibînin.
Wusa dixûyê ku wê ev bêdadî û neheqî bidome.
Di
aliyekê de jî, ji mehan vir ve, dewleta tirk hewl dide ku bikeve hemû Rojava û
heman herêmê bike bin destê xwe. Lêbelê hêza Emerîka destûrê nadê, ew nikare bi
awayekê azad vê daxwaza xwe bîne cih. Lewre dewleta tirk hewl dide ku bi fitne
û fesadiyan ji xwe re derfetekê biafirîne ku bikeve Rojava. Çima dewleta tirk wuqasan Rojava aciz e?
Bêguman sedem hebûna Kurdan e. Ew tehemul nake ku Kurd li Rojava bibin xwedî
bandor.
Ne
tenê li Rojavayê Kurdistanê, dewleta tirk li ti deverê hebûna Kurdên Zindî
qebûl nake. Eger ew bi Herêma Kurdistana Başur re di nava hin têkiliyan de ye
sedem ew e ku Kurdên Başur di bin bandora wê de ne. Eger KDP û herwuha YNK li
dijî berjewendiyên dewleta tirk tev bigerin ew nikarin yek rojê bi dewleta tirk
re têkiliyan bimeşînin. Ev rastiyekê ye û ez bawer im rayedarên Başûr vê yekê baş dizanin.
Dema
ku mirov li rewşa Bakurê Kurdistanê dinêre heman rastî baştir tê xûyan. Kurdên
ku ji aliyê dewleta tirk ve têne hezkirin ew yên ku tenê ji dewletê re xizmetê
diken in. Yanê Kurdên mirî, ne yên zinde. Her Kurdê ku xwe bi rastî weke Kurd
dibîne ji aliyê dewleta tirk ve û herwuha ji aliyê partî û saziyên tirk ve
nayên hezkirin. Hemû saziyên ewlekariya dewleta tirk derbarê Kurdan de xwedî
yek nêzîkatiyên in, Kurdên zinde herdem di bin çavanden in.
Ne
tenê dewleta tirk, pirraniya Gelê Tirk jî xwedî heman nêzîkatiyê ye. Lewre hin
bajarên Tirkan ji Kurdan re qedexen in. Her salê bi sedan êriş li dijî Kurdan
tên kirin û hemû jî li bajarên Tirkan diqewumin, yên ku heman êrişan dikin jî
Tirk in.
Bi
kurtayî mirov nikare di nava heman şert û mercan de û bi dilekê rehet doza
biratiya Kurd û Tirkan biparêze. Yek jî, yak u zêdetir bala mirov dikêşîne ev
e ; mijara Biratiya Kurd û Tirkan bi giranî ji aliyê Kurdan ve tê
niqaşkirin. Pirr kêm rewşenbîrên ku eslê xwe tirk in vê mijarê niqaş dikin.
Ez
li dijî biratiya gelan nîn im, lêbelê pêwîste biratî yekalî nebe. Divê her du
alî jî biratiyê bixwazin û hez bikin. Eger ne wusan be ew biratî ne ya rast e,
ji kesê re jî feydeya wê nabe.
Eger
siyaseta dewleta tirk wusan bidome tê wuyan ku demekê bi şûnde wê ti mecal
nemîne ku mirov behsa « biratiya Kurd û Tirkan bike ».
Di
dawi de ez dixwazim vê jî bêjim ; divê ku em Kurd zêde vê mijarê niqaş
nekin daku « Tirk » nebêjin « Kurd hewceyên biratiya men in ».
Çiqas Kurd hewceyê biratiya bi gelan re ne, wuqasan jî Tirk, Ereb û Faris jî
hewcen in.
Ahmet
Gülabi DERE
30.08.2019
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder