Roja 9’ê mijdarê Komisyona Yekîtiya Ewropayê rapora xwe ya salane di derbarê welatên berendam, Hirvatîstan, Makedonya û Tirkiye’yê de aşkere kir.
Komisyona Ewropa’yê heman raporê di derbarê hemû welatên berendam de amade dike û diweşîne. Lê belê, di dîroka vê Yekîtiyê de, heya naha di nava welatên berendam de tu welat weke Tirkiye’yê nebû ye. Raporên tu welatan jî weke yên vî welatî balkêş nebûn in û nehatine niqaş kirin.
Ev sêzdeh sal in ku heman Komisyon, di mehên dawiya salan de di derbarê pêşketinên li Tirkiye’yê de raporan aşkere dike. Di van raporan de wêneyê Tirkiye’yê tê kişandin û di derbarê pêşketin û paşveçûyînan de analîz tên kirin, rexne çê dibin. Weke her salên borî, di rapora îsal de jî rewşa Tirkiye’yê zêde baş nehatiye analîzkirin, bi taybetî di derbarê rewşa giştî ya mafê mirovan de rexne hatine kirin. Herwuha, di derbarê mafê kêmneteweyan de jî rexne hene û ji Tirkiye’yê gavên pêşketî têne xwastin.
Weke tê zanîn Komisyona Ewropa’yê van raporan di çarçoveya berendametiya Tirkiye’yê, a ji bo Yekîtiya Ewropa’yê de amade dike. Yanê ji sala 1998’an vir ve heman saziya ewropî rewşa Tirkiye’yê dişopîne û di dawiya her salê de, nêrînên xwe dike rapor û ji raya giştî re aşkere dike. Naveroka van raporan ji bo hemû saziyên YE’yê weke referans tê girtin û li gorî wê têkîlî bi vî welatî re tên lipêşxistin.
Ji 12’ê hezîrana 2005’an vir ve Tirkiye bi Yekîtiya Ewropa’yê re di nava guftugoyan de ye. Li gorî krîterên YE’yê divê 35 xal werin guftugokirin, her 27 welatên endamên YE’yê dengê erê bidin ku Tirkiye bibe endamê vê Yekîtiyê. Lê belê, ji sala 2005’an vir ve tenê 13 xal hatine vekirin, di nava wan de jî yek xalekê tenê hatiye girtin. Ew xal jî ya di derbarê Zanistî û Lêgerînê de ye. Di nava wan 13 xalên ku hatina vekirin de 9 xal hatine bloke kirin, yanê di derbarê wan de niha tu guftugo nayên meşandin. Hin ji wan xalan ji aliyê Kibris’ê ve, hin ji wan jî ji aliyê Fransa’yê ve hatine bloke kirin. Ev tê wateya ku, ji 13 xalên vebûyî, yek xal tenê hatiye girtin, 9 heb jî hatine bloke kirin, tenê 3 xal li ser maseya guftugoyan man in.
Dema ku mirov li vê wêneyê pêvajoya guftugoyan dinêre, pir zehmet e ku mirov bêje « wê rojekê Tirkiye bibe endamê YE’yê ». Li Tirkiye’yê jî hin derdor bi vî awayî analîzan dikin. Lê belê ez bixwe vê rewşê pir normal dibînim, wêneyê mijara gotinê li gorî Tirkiye’yê ye. Ewropa wusa bi hêsanî welatekî musulman, xwediyê 80 mîlyon nifûsî û di herêma Rojhilata Navîn de nagire nava xwe. Bi vê rastiyê ve girêdayî, di vî welatî de pirsgirêka kurd heye û bi dorfirehî tê niqaşkirin.
Kurtayî ; pêvajoya YE-Tirkiye’yê dewam dike, lê belê li ser vî rêwîtiyê pir kelem, mij û dûman heye.
Ahmet DERE / 19.11.2010
3.12.2010
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder