13.09.2012

Sala Şer û Çareserî

Ji 2000i vir ve sala ku li Kurdistanê zêdetir şer diqewume îsal e. Piştî demekê dirêj ya bêdengiyê hêzên gêrîlla ketine nava hewldanên pêşxistina têkoşîna çekdarî. Ev destpêka pêvajoyekê nû ye.

Di stratejiya şerê gêrîllade wusa dixûyê ku herêmên Zagros û Botan weke cihên stratejîk hatine bijartin. Li Zagrosê Şemzînan û Gever, li Botanê jî Elkê û Besta herêmên di bin bandora gêrîllade ne. Lewre ji destpêka Tîrmehê vir ve li van herêman roja ku pevçûn çê nebe tine.

Bandora gêrîlla li ser herêma Şemzînan didome, li Elkê jî, bi taybetî li Kato û li Zozanên Feraşînê, giraniyekê heman bandorê çê dibe. Wusa diyar e ku heya dawiya payîzê wê li van herêman şerekê giran bidome.

Wate û giraniya şerê gêrîlla yê vê demê û yê salên 1990î cuda ye. Di salên 1990î de piştgiriya girseyên gel ji gêrîlla re zêde aşkere nebû, lê belê naha wusa nîn e, girseyên gel bi awayekê aşkere li gêrîlla xwedî derdikeve, cenazeyên şervanan bi tevlêbûna girseyan tên hilandin. Çend roj berê, digel hemû astengî û xeteriyan bi sedan kes çûn Kato û li cenazeyên şervanên HPGê xwedî derketin. Lewre naha qada tekoşîna çekdarî ji ya sedsala borî pirr cudatirr e.

Asta bilind ya tekoşîna çekdarî dibe sedemê ku her mehê ji dehan zêdetir şervanên HPGê şehîd bikevin û bi dehan jî wendayiyên artêşa tirk çê bibin. Heman asta şer di nava Kurdan de kêfxweşiyê çê dike, lê belê di nava Tirkan de jî xemgîniyê çê dike û hestên duşminatiya lidijî Kurdan diafirîne. Ev rewş dibe sedemê ku bêbawerî di nava Kurdan û Tirkan de kûrtir bibe.

Gurbûna şerê li Kurdistanê bûye sedemê ku nêzîkatiya dewletê û ya partiyên weke AKP û MHPê (kêmek jî ya CHPê) li BDPê xerabtir bibe. Wusa diyar e ku di rojên pêş de nûnerên BDPê nikaribin di Meclîsa Tirkiyê de karekê bibandor bikin. Jibo Parlementerên BDPê xeteriya vekirina rêya dadgehan jî heye.

Gelo wê rewşa heyî ji çareseriya pirsgirêka kurd re çiqas bi feyde be ?

Dema ez bi nêrîna pisporekî siyaset û dîplomasiyê li rewşê dinêrim, mixabin ez nikarim zêde xweşbîn bim. Çareseriya pirsgirêka Bakurê Kurdistanê naşibe ya Başûr û ya Rojava. Kes nikare hêvî bike ku wê aqibeta Dewleta Tirk weke ya Îraqê an jî ya Sûriyê be. Nêzîkatiya hêzên navneteweyî li Dewleta Tirk cudatirr e. Ya din, ji Îraq û Sûriyê pirr cudatirr, Kurdên ku bi Dewleta Tirk re hevkariyê dikin pirr in. Dema ku mirov van faktoran digire ber çavan baş dixûyê ku pêşketina tekoşîna çekdarî nabe sedemê afirandina çareseriyê. Lê belê ew dikare bala rojeva cur be cur derdoran bikêşîne ser mijarê, ya ku naha dixûyê jî ev e.

Di rojên pêş de saziyên Yekîtiya Ewropayê dest bi kar dikin. Di vê dema ku şer gur dibe de pirr girîng e ku BDP bikaribe heman rewşê bike rojeva Ewropiyan û herwuha ya navneteweyî. Dibe ku giraniya saziyên Ewropî nikaribe dewlet û hikûmeta tirk berbi biryargirtinekê ve bibe, lê belê ew dikare li ser wan bandorekê çê bike.

Ahmet DERE  /  10.09.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

30.08.2012

Cemal Kavak

Roja 21ê Tebaxê, li Avusturya, bajarê Insbruckê  siyasetmedarê kurd Cemal Kavak dawî li jiyana xwe anî. Beriya ku ew were Ewropayê wî di nava partiyên weke HADEP, DEHAP û DTPê de berpirsyartî girtibû ser xwe û xwedî kedekê bêhempa bû. Bi taybetî dema ku Cemal Kavak serokê DEHAPê yê beşê Stenbolê bû wî karêkê lewend meşandibû. Jiber karê wî yê lewend pir caran ew hatibû binçavkirin û lidijî wî doz hatibûn vekirin. Weke pir rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan, Cemal Kavak jî neçar ma ku bikeve ser rêya Ewropayê.

Piştî ku Cemal Kavak hate Ewropayê min jî wî ji nêzîk ve nas kir. Di nava karê CDKê de bi fedekarî cih girt. Di hemû çalakiyan de Cemal Kavak hebû û li pêşî dimeşiya. Bi fizîkî ew li Ewropayê bû lê belê rihê wî li welat bû. Pir caran wuha digot « Heval ez fêrî jiyan û cureyê karê Ewropayê nebûm, wusa xûya ye ku ez ê fêr nebim jî ». Bi van gotinan Cemal Kavak dixwast nerazîbûna xwe a li hemberî jiyana li Ewropayê bide xûyan.

Weke piraniya rewşenbîrên kurd ku ji Kurdistanê dûr dijîn, Cemal Kavak jî herdem bi hesreta welat dijiya. Hêviyên wî hebûn ku rojekê vegere welat û li ser axa şirîn ya Kurdistanê bijî. Lê belê rêbazên jiyana egoîst ya li Ewropayê taqeta wî jê girt. Wî malbata xwe ya piçûk û ya mezin hîşt û berbi koçberiya herdem ve çû.

Di nava diyaspora Kurd a li Ewropayê de, mixabin kesên di rewşa borî a Cemal Kavak de pirr in. Bi hezaran rewşenbîr û kesayetiyên kurd neçar in ku li Ewropayê bijîn. Divê diyaspora kurd bi du beşan bê naskirin ; 1 : kesên ku dikarin biçin welat û li wê derê bijîn, 2 : Kesên ku, jiber sedemên siyasî nikarin biçin welat. Eger Cemal Kavak bikariba biçûya welat û bahata ez bawer im wî yê dawî li jiyana xwe neanîbûya. Lewre divê cihê « kesên ku dikarin biçin welat » û « kesên ku nikarin biçin welat » jihev cuda bê nas kirin. Mayîna bi daxwaza xwe li Ewropayê cuda ye, ya neçariyê cuda ye. Mixabin hin kes hene bê pirsgirêk diçin welat, li cur be cur bajarên Tirkiyê digerin û kêfa xwe dikin, lê belê di hin platforman de jî xwe weke endamê « Diyaspora penaber ya Kurd » dibînin. Divê ev kesana di derbarê Cemal Kavak de lêkolînekê baş bikin, daku xwe nas bikin.

Bûyera Hevalê Cemal lêkolînekê dixwaze. Çima kesekî weke Cemal Kavak, ku herdem bi jiyan û rihê germ dixûya, serî li rêbazekî wusan xist ? Lewre ez dibêm pêwîst e rewşa rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ku li Ewropayê dijîn wusan hêsan neyê dîtin. Bê guman kesên ku welat, tekoşîn û rewşa gel nafikirin nikarin vê mijarê fêm bikin. Kesên ku her salê carekî be jî diçin welat û tên jî vê mijarê fêm nakin. Lewre bar dikeve ser kesayetî û rêxistinên kurdan ên li Ewropayê.

Cemal Kavak ji nava me bar kir, lê belê rihê wî yê welathez û tekoşer li ba me ye. Tekoşîna bi dehan salan ku gelê me dimeşîne, li her çar parçeyên welat, li ser hîmê girêdana bi bîranîna şehîdan pêş ketiye. Hevalê Cemal jî yek ji wan şehîdan e. Cure û derfetên meşandina tekoşînê çawa dibe bila bibe, tu car wê bîranîna şehîdan neyê jibîr kirin.

Carekê din ez ji malbata Cemal Kavak re serxweşiyê dixwazim, ji wan re sebir û taqetê hêvî dikim.

Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin.

Ahmet DERE  /  27. 08.2012

20.08.2012

Asta nû ya şer

Tekoşîna Rizgariya Gelê Kurd û bi taybetî jî şerê li Bakurê Kurdistanê gehîştiye astekê nû. Ji destpêka havînê vir ve li pirraniya herêmên Bakur çalakiyên gêrîlla pêk tên. Hêzên artêşa tirk jî lipey hev operasyonan lidar dixin. Roj tinene ku pevçûn pêk nehatibin û çend kesan jiyana xwe jidest nedabin.

Ligel vî asta bilind ya şer, doho jî (Roja 12ê Tebaxê) parlementerê CHPê Huseyîn Aygün, li herêma Dêrsimê, ji aliyê gêrîllayên HPGê ve hate girtin. Ev cara yekem e ku parlementerekî ji aliyê hêzên PKKê ve tê girtin. Bêguman mirov nikare vê çalakiyê pipêjirîne, lê belê heman çalakî asta şerê ku li welatê me dimeşe diyar dike.(Di derbarê berdana Huseyîn Aygün de rolekê girîng dikeve ser rayedarên BDPê, pêwîst e ew li hemberî bûyerekê wusan tenê daxûyaniyan nedin, divê ew bikevin nava hewldanekê pratîk)

Di destpêka meha Tebaxê de li herêma Şemzînan pevçûnekê demdirêj, di navbera hêzên dewletê û gêrîllayên HPGê de qewumî. Heman pevçûnê ji du hefteyan zêdetir domand. Vê rastiyê jî baş diyar kir ku êdî hêzên gêrîlla dikarin bi rojan şer bidomînin û nehêlin hêzên artêşa tirk bikevin hin herêman. Di serkeftina şerê gêrîlla de hakimiyeta li ser herêman pirr girîng e. Bûyera Şemzînanê diyar kir ku artêşa tirk hakîmiyeta xwe li hin herêmên Kurdistanê hêdî hêdî wunda dike.

Tê zanîn ku rewşa Sûriyê û ya li Rojavayê Kurdistanê rayedarên Dewleta Tirk kiriye nava pêvajoyekê awarte. Herwuha daxûyaniyên ku ji aliyê cur be cur rayedarên Îranî ve tên dayîn jî hikûmeta AKPê nerihet kiriye. Dema ku mirov asta şerê gêrîlla jî digire berçavan, tabloya herî bizehmet ya Komara Tirk derdikeve holê.

Di derbarê bûyera Parlementerê CHPê Huseyîn Aygün de hê ne diyar e wê rewş çawa pêş bikeve, lê belê baş dixûyê ku wê tevliheviyekê mezin ya siyasî çê bibe. Li gorî daxwaza CHPê divê roja 14ê Tîrmehê Meclîsa Tirkiyê bicive, lê belê AKP û MHP naçin heman civînê. Lewre nakokiyên di navbera AKP û CHPê de her ku diçe kûrtir dibin. Bûyera Huseyîn Aygün nakokiyan zêdetir kûr dike.

Bingeha rewşa aloz ya Tirkiyê bi asta şerê li Kurdistanê ve girêdayî ye. Wusa diyar e ku wê heman rewş psîkolojiya rayedarên Dewleta Tirk jî xerabtir bike. Jiber vê yekê jî zimanê Recep Tayîp Erdoğan û yê nûnerên partiya wî derdikeve derveyê sînorên exlaqê siyasî. Bi vê rewşê ve girêdayî mirov nikare pêşerojê asayî bibîne, di rojên peş de hin bûyerên pirr awarte dikarin biqewumin.

Ahmet DERE  /  13.08.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

6.08.2012

Azadiya Rojavayê Kurdistanê

Bahara Ereban li qadê Sûriyê didome. Lê belê hilweşandina rejîma Sûriyê weke ya Misir, Libya û Cezayîrê nîn e. Çi di warê hêza hindirîn de be û çi jî di warê hêza wî a derve de be ev welat xwedî derfetên dorfireh e. Li gorî daxûyaniyên fermî, di destê rejîma Baas de çekên kîmyewî jî hene. Eger ev rejîm raberî xeteriyekê pir mezin were dibe ku heman çekan bikar bîne. Lewre, bi taybetî di van rojên dawî de, di qada navneteweyî de lêgerîna çareseriyekê bê şîddet heye. Rayedarên Konseya Neteweyî ya Sûriyê dan xûyan ku eger Beşar Esad biçe dibe ku hin kesên ku naha li gel wî ne di nava rêveberiya nû de cih bigirin.
Ji destpêkê ve heya naha Rusya û Çin li gel rejîma Baas cih girtine. Ev her du hêz naxwazin ji derveyê înisiyatîfa wan guhertinekê rejîmê çê bibe. Yanê derdê Rûsya û yê Çinê ne Beşar Esad e, derdê wan ew e ku Sûriye ji bin bandora wan dernekeve. Eger Sûriye bikeve bin bandora hêzên  rojavayî, bi taybetî Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, Rûsya êdî nikare di Rojhilata Navîn de bandora xwe biparêze. Ev mijar xalekê stratejîk e jibo Rûsyayê.

Çi dibe bila bibe, mirov dikare bêje ku rejîma Baas rojên xwe ên dawî dijî. Digel helwesta Rûsya û ya Çinê, herwuha xeteriya çekên kîmyewî, çembera navneteweyî li dora Rejîma Baas roj bi roj tengtir dibe. Bi taybetî Fransa û Amerîka, jibo ku rejîma Baas belav bibe, hewldanên taybet nîşan dikin. Bi awayekê aşkere muxalefeta Sûriyê ji aliyê van hêzan ve tê destek kirin.

Bi rewşa li Sûriyê ve girêdayî, li Rojavayê Kurdistanê jî pêvajoyekê nû dest pê kiriye. Li gorî ku tê xûyan, li tevahiya herêma Rojavayê Kurdistanê dawî li hebûna rejîma Baas hatiye. Çendî ez vê rewşê weke Azadiya Rojavayê Kurdistanê nabînim jî, di rêya azadiyê de gavekê pir girîng e. Eger di warê stratejîk de xeta neyên kirin derfetên ku naha ketine destê Kurdan dikarin derî li pêvajoyekê pir baş ve bikin. Lewre divê hêzên Rojavayê Kurdistanê pir bi tevger bin, çi di warê siyasî de be û çi jî di warê dîplomatîk de be nekevin kemînan. Divê helwesta PYD ya çend mehên borî, ku xwedî siyasetekê  nêzî rejîma Baas bû, dubare nebe.

Di dîroka Rojavayê Kurdistanê de cara yekem e ew ketiye rojeva navneteweyî. Dibe ku li pêş kamereyan heman mijar zêde nayê gotin, lê belê ez baş dizanim ku di pîlan û projeyên hêzên navneteweyî de mijara vê parçeyê Kurdistanê heye. Dîsa ji her demê zêdetir Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî, bi taybetî Serokê Herêmê Mesûd Barzanî, piştgiriya xwe jê re diyar kiriye.

Jibo ku xeterî mezin nebin û derfetên heyî neyên wunda kirin, pêwîstiyekê mezin bi yekîtiya Kurdên Rojava heye. Di vî warî de rolekê girîng dikeve ser PYDê. Divê PYD bişta xwe tenê bi alîkariya girseya li dora xwe girê nede, alîkariya hêzên din jî pir pêwîst e. Eger PYD bi tena serê xwe hewl bide ku derfetên heyî binirxîne û biparêzê, ew ê bikeve nava şasiyan. Ji her demê zêdetir fedekarî û dilnivsî ferz e.

Ahmet DERE  /  30.07.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

8.07.2012

Daxwaza Tirkiyê êrişkirin e

Tê zanîn ku nêzê 2 salan berê Recep Tayip Erdoğan û Beşar Esad bibûne birayên hev û bi munasebeta cur be cur çalakiyan ji hev re mesajên « biratiyê » dişandin. Lê belê kengê welatên rojava, û bi taybetî jî Amerîka, ji Tirkiyê xwastin ku ew lidijî rejîma Esad helwestê raber bike Serokwezîrê Tirkiyê nêzîkatiya xwe guherand. Lewre ji destpêka sala 2011an vir ve rayedarên tirk, di derbarê Sûriyê de zimanekê tûnd bikar tînin.
Piştî ku Sûriyê balefira şer ya Tirkiyê xist dewleta tirk ketiye nava hewldanekê taybet lidijî rejîma Esad. Bi taybetî ew dixwaze amadekariya psîkolojîk ya êrişekê li dijî Sûriyê bike. Dema ku mirov li axaftinên serokwezîrê tirk dinêre heman hewldan baş têne xûyan. Di hemû axiftinên xwe de ew mijara Sûriyê û kuştina bi hezaran sivîlan tîne ziman.
Di bingeha van hewldanên Erdoğan de nêzîkatiya hêzên rojavayî û ya NATOyê cihekê giran digire. NATO naxwaze xeteriyekê din weke ya li Afganistanê bike. Eger Sûriye weke Lîbyayê ba dibe ku NATO înisiyatîf bigirta, lê belê di pir aliyan de Sûriye naşibe Lîbyayê ; welatên weke Rûsya û Çînê piştgiriya xwe hê jê nebirîne, wusa diyar e ku ew ên zû bi zû pişta xwe nedinê.
Bi awayekê mafdar Serokê Partiya Komarger (CHP) Kemal Kılıçdaroğlu ji Recep Tayip Erdoğan dipirse ; « Tu çima li rewşa antîdemokratîk ya welatê xwe nanêrî, bi hezaran rewşenbîr di zîndanan de ne. Eger tu wuqasa demokrat î divê beriya her tiştî tu li vê rewşa welatê xwe binêrî ». Bê guman Kemal Kılıçdaroğlu di van gotinên xwe de pir mafdar e û divê kes rastiya gotinên wî înkar neke.
Ji destpêka desthilatdariya AKPê, yanê ji 2002an vir ve, bandora hêzên rojavayî li ser hikûmeta tirk girantir dibe. Bi awayekê din mirov dikare bêje ku AKP bi alîkariya van hêzan hatiye ser desthilatdariyê. Lewma hikûmeta tirk neçar e ku li gorî daxwazên rojavayiyan tevbigere. Lê belê şerê lidijî weletekê weke Sûriyê hêsan nîn e, ne artêşa tirk û ne jî rayedarên sivîl nikarin tenê bi biryara xwe bikevin nava şerekê wusan.
Xeteriya şerekê lidijî Sûriyê Erdoğan û hikûmeta wî neçar dike ku ew raya giştî ya Tirkiyê amade bikin. Eger raya giştî ji şerekê wusan re amade nebe hikûmet û artêş nikarin tiştekê bikin. Ji ber vê sedemê Erdoğan û rayedarên din ên hikûmeta wî di hemû xebatên xwe de rewşa Sûriyê tînin ziman.
Li gorî hin agahiyan, di van rojên dawî de artêşa tirk hin amadekariyan li nêzîkê sînorên Sûriyê dike. Eger raya giştî ji êrişê re were amade kirin, dibe ku heman daxwaza hêzên rojavayî ji aliyê AKPê ve were pejirandin. Lê belê di derbarê Kurdên Rojava de Tirkiye bi tirs e. Wusa diyar e ku ew hewl dide ku xeteriya ku wê ji aliyê Kurdan ve derkeve holê kêmtir bike. Lewre di çapemeniya Tirkiyê de lidijî PYDê cur be cur agahiyên ne rast û bi armanca qirêjkirinê têne weşandin.
Ahmet DERE  /  02.07.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

21.06.2012

Leyla Zana

Van rojan hevpeyvîna Leyla Zana ku di rojnameya Hüriyetê de, roja 15ê Hezîranê weşiya, di rojevê de ye. Di derbarê daxûyaniyên Leyla Zana de cur be cur nêrîn, rexne û herwuha pesindayîn têne ziman. Qada niqaşên di derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de balê dikêşîne ser daxûyaniyên Leyla.
Di hevdîtina mijara gotinê de Leyla gotiye ; « Di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de herdem min bawerî bi Recep Tayip Erdogan aniye û tenê ew dikare heman pirsgirêkê çareser bike ». Di nava hevpeyvînê de xala ku herî zêde bûye mijara rexneyan ev e.
Ez ji destpêka salên 1990’î ve Leyla Zana nas dikim û me bihev re kar kiriye. Ez dizanim ku ew bi awayekê zanabun naxwaze zerarê bide rêxistinên kurdan û doza Gelê Kurd. Lê belê hin dem hene tiştekê pir piçûk dikare bandorekê mezin çê bike.
Mijarên ku Leyla di hevpeyvînê de aniye ziman ji nêrînên hin rayedarên KCK cudatir nîn in. Di van rojên dawî de hevpeyvînekê Murat Karayilan jî di rojnameyekê tirk de weşiya. Eger gotinên Murat Karayilan bi awayekê baş werin xwendin wê baş were dîtin ku nêrînên Leyla zêde cuda nîn in. Tenê gotinên wî, ên di derbarê Recep Tayıp Erdogan de hêjayê rexnekirinê ne. Di çapemeniya tirk de jî hevoka herî zêde derketiye pêş ev e.
Leyla Zana parlementerekê serbixwe ye, ew endama tu partiyê an jî komekê nîn e. Lê belê hemû Kurd wê weke endama BDPê dibînin. Di vê dîtinê de rastiyekê jî heye ; Leyla bi dengên BDPê hatiye hilbijartin, eger BDP nebûya û ew nikaribû bi tena serê xwe biketa hilbijartinan. Ez bawer nakim ku gelê Amedê wê şandiba Enqerê. Beriya ku heman hevpeyvînê bide rojnameya tirk, divê Leyla nêrînên BDP’ê girtiba. Eger wusa biba ez bawer im wê van gotinan di derbarê Recep Tayip Erdogan de negotiba.
Serokwezîrê tirk, bi taybetî di van salên dawî de, lidijî BDPê zimanekê tûnd bikar tîne û naxwaze Koma BDPê weke hêzekê Meclîsê bibîne. Herwuha di operasyonên ku lidijî rayedarên BDPê pêk tên de rola AKPê mezin e. Di demekê wusan de, ez bawerim ev nêzîkatiya Leyla li xweşê piraniya Kurdan naçe. Heskirina ku Leyla di dilê Kurdan de ji xwe re çê kiribû wê hinekê sar bibe.
Piştî ku Leyla ji zîndanê derket wê xwest herdem weke kesayetiyekê serbixwe tevbigere. Digel cur be cur pêşniyaziyan wê nexwast di nava tevgerekê de cih bigire. Di hin platforman de jî wê hin nêrînên cuda anî ziman, xwast weke şexsiyetekê « taybet » were nas kirin. Le belê di piraniya tevgera xwe de wê alîkariya BDPê girt, bê heman alîkariyê wê nikarîbû tiştekê giranbuha bike. Lewre ez wate didim rexneyên rayedarên BDP’ê.
Van rojan, bi taybetî di malpereyên internetê de, cur be cur rexneyên Kurdan lidijî Leyla pêş dikevin. Ez tu wate nadim van rexneyan. Divê em Kurd fêrî guhdarkirina nêrînên cuda bibin. Tenê bi rexnekirina hin tiştan û şexsiyetan kes nikare ji doza gelê xwe re xizmetê bike.
 
 
Ahmet DERE  /  18.06.2012
 
 
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

8.06.2012

Şer

Ji sala 1984 an vir ve her salê di mehên havînê de şerê gêrîla gur dibe.
Mehên havînê ji bo gêrîla xwedî derfet in lê belê, bi taybetî  ji salên 2000 vir ve artêşa tirk jî bi tecrubeyên mezin tev digere. Dijwariya şer zerarê dide her du aliyan jî.
Li gorî agahiyên HPGê tenê di meha Gulanê de 31 operasyon ji aliyê artêşa tirk ve pêk hatine û miqabilê wan jî gêrîla 31 çalakî pêk aniye. Di dema heman operasyon û çalakiyan de 105 leşker hatine kuştin û 24 heb jî gêrîla şehîd ketine. Ev agahiyên HPGê ne, dibe ku agahiyên ji çavkaniyên artêşa tirk pir cuda bin.
Dema ku mirov tenê li van encamên agahdariya HPGê dinêre baş dixûyê ku li welatê me şerekê dijwar diqewume. Eger tiştekê pir awarte neqewume dibe ku mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebax ji Gulanê dijwartir bin. Mixabin wê bi dehan, dibe ku bi sedan kes jiyana xwe jidest berdin, bi sedan kes werin girtin û bi hezaran kes jî mexdûrên cur be cur çê bibin.
Rewşa li Kurdistanê û encamên şer ne ji aliyê Kurdan û Tirkan ve baş tê dîtin û ne jî ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve. Bi dehan salên ku şer li Kurdistanê dimeşe vê rewşê kiriye astekê pir asayî. Eger heman şer li welatekê din biqewumiya naha saziyên navneteweyî, ên weke Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ketibûn nava hewldanên navbenkariyê. Lê mixabin, dema ku mijar Kurd bin deng ji van saziyan nayê.
Ez her rojê bi diqetekê pir mazin agahiyên di derbarê şerê li Kurdistanê de dişopînim. Ji derveyê agahiyên Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) û çavkaniyên fermî yên dewleta tirk, ez çavkaniyên navneteweyî jî, bi taybetî yên bi fransî weşanê dikin, dişopînim. Li gorî encama agahiyên ku ez dişopînim, bi taybetî ji meha Nîsanê vir ve, rewşa şerê li welatê me gehîştiye astekê pir awarte. Li hemberî vê rewşê ne mumkun e ku mirov xemgîn nebe.
Dîroka Gelê Kurd bi şerê ne fermî hatiye nivîsandin. Mixabin me Kurdan vê rewşê ji xwe re kiriye weke tiştekê pir asayî. Di nava axaftinên girseyên gel de wuha tê gotin « Şer e, bê guman şehîd wê çê bibin ». Ev gotin pir sivik bûye û ji devê piraniya Kurdan derdikeve. Bi vî awayî me şer ji xwe re kiriye parçeyekê jiyana rojane. Dibe ku hin kes vê tiştê weke rastiyekê lewend dibînin, lê belê divê ne wusan be. Her kesê ku em jê re dibên ŞEHÎD xort û keça cîwan ya ku hê di berbanga bahara jiyanê de ye. Pêwîste encama vê şerê wuqasa sivik neyê dîtin.
Azadî bê bedel bidest nakeve. Di dîroka hemû gelan de azadî bi karê lewend hatiye bidestxistin. Di dîroka Gelê Kurd de jî karê lewend hatiye meşandin, naha jî dimeşe. Lê belê dema ku mirov li encamê dinêre mixabin hin kêmasiyên bingehîn têne dîtin. Ji wan du xalên sereke ev in ; pêknehatinaYekîtiya Neteweyî û hesûdiya navxweyî. Heya ku di nava Kurdan de ev kêmasî hebin mixabin wê şer dewam bike û şahadeta xort û cîwanan asayî were dîtin.
Ahmet DERE  /  05.06.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

24.05.2012

Roboskî

Van rojên dawî li Tirkiyê Komkujiya Roboskî tê niqaş kirin.
Piştî agahiya ku di rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journal de hate weşandin li Tirkiyê cur be cur derdor di derbarê komkujiya Roboskî de niqaşan dikin. Li gorî piraniya « rewşenbîr » û herwuha derdorên siyasî divê di demekê zûtirîn de artêşa tirk berpirsyarên heman komkujiyê aşkere bike û ew derkevin pêşberî dadgehê. Bê guman ev daxwazekê di cih de û ehlaqî ye û ji roja destpêkê vir ve malbatên 34 kesên ku hatî kuştin jî tînin ziman.
Dema mirov li asta niqaşan dinêre mixabin durûtiyekê mezin dixûyê. Piraniya « rewşenbîr » û derdorên siyasî ku dixwazin rastiya bûyerê aşkere bibe xwedî nêzîkatiyekê rast nîn in. Mirov dikare bêje di vî warî de tenê rayedarên artêşa tirk û herwuha Recep Tayip Erdogan rast diaxifin. Du roj berê, beriya ku li balefirê swar bibe biçe pakistanê, Recep Tayip Erdogan wuha dida xûyan « Me hin sînor ji artêşê re xet kiriye, rayedarên wê di nava wan sînoran de tişta ku pêwîst e dikin. Buyera Roboskî jî di çarçoveya heman sînoran de pêk hatiye ». Ez dixwazim ji derdorên ku ketine nava niqaşan bipirsim ; gelo ev daxûyaniya Recep Tayîp Erdogan tê çi wateyê ?
Ji roja ku heman komkujî pêkhatî û vir ve piraniya Kurdan dibêjin ku ev kiryar bi awayekê zanistî ji aliyê artêşa tirk ve pêk hatiye. Û dîsa piraniya Kurdan dibêjin ku heman kiryar baş diyar dike ku artêşa tirk hemû Kurdan ji xwe re duşmin dibîne. Em hemû dizanin ku di nava 34 kesên ku hatine kuştin de kesên ji dewleta tirk re xizmet kirine jî hene. Yanê ji bo artêşa tirk hemû Kurd wek hevin.
Digel daxûyaniya Amerîkiyan ku di WSR de hate weşandin, rayedarên artêş û yên hikûmeta tirk bi israr dibêjin « Komkujiya Roboskî li gorî agahiyên me pêk hatiye ». Piştî van daxûyaniyên rayedarên dewleta tirk êdî tu wate nîn e ku mirov li berpirsyarên komkujiyê bigere. Bi awayekê aşkere dewleta tirk berpirsyartî girtiye ser xwe.
Piştî wuqasa zelaliyê, divê tenê ji dewleta tirk were xwastin ku ew bi awayekê aşkere qebûl bike ku li dijî gelê kurd di nava şer de ye. Li gorî qanûnên şer berpirsyarên kiryaran nayên mehkeme kirin. Ya ku rayedarên artêşa tirk û herwuha serokwezîr dibêjin jî, bi awayekê endîrekt, ev e.
Li gorî min niqaşên ku naha bi rêya weşanan û ya çapemeniyê têne kirin zelaliya ku heyî şêlû dikin. Dewlet dibê « Ez hemû Kurdan duşmin dibînim » lê belê derdorên ku van niqaşan dikin jî dibên « Na lo, şaş hatiye ziman, dewlet Kurdan weke duşmin nabîne, tenê kêmasiyekê hatiye çê kirin û 34 kesan jiyana xwe jidest dane, bila çend leşker derkevin pêşberî dadgehê ev mijar were girtin ».
Ez bawer im rastiya Komkujiya Roboskî bi hemû aliyên xwe ve derketiye holê. Pêwîstî bi niqaşan nake, eger divê tiştekê were kirin ew jî têkoşîn e. Çawa ku divê Geliyê Zîlan, Dêrsim, Mereş, Helebçe, bûyera 33’yan û komkujiyên din neyên jibîr kirin Roboskî jî wusa ye.
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Ahmet DERE / 22.05.2012

12.05.2012

Li Fransa Pêvajoyekê Nû

Piştî hilbijartinên 6ê Gulanê li Fransa pêvajoyekê nû dest pê dike. Bi encama van hilbijartinan ve dawî li desthilatdariya 17 salan ya partiya rastgir (RPR, UMP) hat. Li gorî daxûyaniyên rayedarên Partiya Sosyalîst wê li vî welatî hin tişt, bi awayekê ber bi çav, bên guhertin. Bi taybetî di derbarê mafên civakî de, û herwuha di derbarê nêzîkatiya dewletê a li penaberan de hêviyên mezin hene.
Piştî François Mitterrand, ji sala 1995 an vir ve, ev cara yekem e ku Partiya Sosyalîst (PS) tê ser desthilatdariyê. Di nava van 17 salên borî de PS di nava xwe de û herwuha ligel raya giştî ya fransewî cur be cur pirsgirêkan jiyan kir. Heman partî raberî pir rexneyan hat. Ne di Meclîsa Neteweyî de û ne jî di Senatoyê de rayedarên heman partiyê nikaribûn dengê xwe bilind derxînin û bigehînin raya giştî. Di nava van 17 salan de partiya Jacques Chirac û Nicolas Sarkozy, RPR pişt re navê wî bû UMP, hemû derfetên dewletê girtin bin bandora xwe û bê navber 17 salan desthilatdarî meşandin.
Digel hemû hewldanên nijadperestî Nicolas Sarkozy nikaribû dengê eniya rastgir bikişîne ba xwe. Vê yekê jî baş da xûyan ku di nava hêza rastgirên fransewî de beşekê grîng ya bêbiryaran hebû.
Hilbijartina François Holland tenê serkeftina PS nîn e, herwuha ew serkeftina Keskan û ya partiyên çepgir ku di nava Eniya Çep de cih girtibûn e.
Naha pêvajoyekê din dest pê dike. Ev 5 salên pêşiya me ji bo PS û herwuha ji bo hemû çepgiran, xwediyê wateyekê qederê ye. Divê heman partî bi kiryarên xwe ve baweriya gel qezenc bike. Eger ne wusa be, di sala 2017 an de wê desthilatdariyê wunda bike û heya demekê pir dirêj çepgir nikaribin ser xwe ve werin.
Piştî van hilbijartinên Serokkomariyê, di meha Hezîranê de jî hilbijartinên giştî wê pêk werin. Serokkomarê nû François Holland di axaftina xwe ya destpêkê de ji gelê fransewî xwast ku ew hêzê bide wî da ku jê re derfetên meşandina desthilatdariyekê bihêz çê bibin. Di aliyê din de UMP (Partiya Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy) ketiye nava hewldanan daku hêza desthilatdariya PS zêdetir nebe.
Ez wusa dibînim ku atmosfera heyî wê ji PS û herwuha ji hemû çepgiran re bibe sedemê hêzbûnê.
Di aliyê din de di navbera partiyên rastgir de jî nakokî kûr dibin. Partiya Nasyonalîst (Eniya Neteweyî –FN-) hewl dide ku ji UMP dengan bikişîne gel xwe. Heman nakokî û têkoşîn dikare bibe sedemê ku, di 10 û 17ê Hezîranê de, hin hilbijêrên wan ber bi çepgiran ve biçin.
Encama hilbijartinên giştî yên meha Hezîranê çawa dibin bila bibin, bi hilbijartina François Holland rûpelekê nû di dîroka V. Komara Fransayê de ve bûye. Encamên heman hilbijartinan li ser piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bandorê çê kiriye û çê dike. Heman hilbijartin wê li ser siyaseta YE de jî bandorê çê bike. Li gorî hin çavderên siyasî heman hilbijartin dikare bandorekê neyênî li ser rewşa hikûmeta Angela Merkel jî çê bike.
Di rojên pêş de wê hin zelalî çê bibin û em ê baştir bikaribin rewşê bibînin.
Ahmet DERE / 07.05.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

25.04.2012

Serdana Mesud Barzanî li Tirkiyê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di rojên 19 û 20ê Nîsanê de serdanekê girîng li Tirkiyê çê kir. Li gorî ku min şopand ev cara yekem e ku rayedarekî kurd bi vî awayî ji aliyê serokkomar, serokwezîr û wezîrên Tirkiyê ve tê pêşwazî kirin. Di demên borî de jî birêz Barzanî û herwuha hin rayedarên din ên kurd çûbûn Tirkiyê û serdanên fermî pêkanîbûn, lê belê ev car hinekê cuda bû.
 
 
Herêma Kurdistanê roj bi roj di qada navneteweyî de tê nas kirin û nirxa wê zêdetir dibe. Bê guman ev nêzîkatî tenê jibo heman herêmê nîn e, di hejmara hemû hêzên navneteweyî de rola parçeyên din ên Kurdistanê heye. Ji naha ve tê xûyan ku Herêma Başûrê Kurdistanê weke hêza navîn ya hemû Kurdan tê nirxandin. Bi taybetî di nêzîkatiya Amerîkayê de girîngiya vê xalê pir mezin e.
 
 
Siyaseta bingehî ya Dewleta Tirk herdem lidijî serkeftina Kurdan bû ye, naha jî wusa ye. Eger ji destê vê dewletê hatiba, ji destpêkê ve wê nehîştiba Herêma Başûrê Kurdistanê bibe xwediyê otonomiyê. Jibo vê yekê, heya rojên dawî jî rayedarên tirk bi Saddam Huseyîn re di nava têkîliyên germ de manin. Lê belê ji derveyê înisiyatîfa Dewleta Tirk, Kurdên Başûr bûnin xwediyê otonomiyê û di Rojhilata Navîn de qedir û qîmeta xwe mezintir kirin. Bi taybetî dîplomasiya ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate meşandin di destxistina vê qadê de xwediyê rolekê mezin e.
 
 
Piştî 20 salên ku Kurdên Başûr di herêma xwe de desthilatdarî meşandin û nişanî hemû cîhanê dan ku ew dikarin bibin xwedî dewlet, êdî rayedarên tirk neçar man ku ew jî heman herêmê û hêza wê nas bike. Nêzîkatiya rayedarên tirk ku li hemberî serdana birêz Mesud Barzanî hate raber kirin encama tekoşîna siyasî, aborî û dîplomasiya van 20 salan e. Lê belê ev nayê wateya ku dawî li hemû nêzîkatiyên xetere ên Dewleta Tirk hatiye, eger ji destê rayedarên wê were ew ên di nava rojekê de vegerin ser nêzîkatiya xwe ya dema borî.
 
 
Ligel serdanekê serkeftî a dîplomatîk ku ji aliyê birêz Barzanî ve pêk hatî, hate xûyan ku rayedarên tirk dixwazin, di derbarê şerekî nevxweyî ên Kurdan de, hemû rêyan biceribînin. Lewre di çapemeniya tirk de xalên herî zêde derketin pêş ên di derbarê PKKê de bûn. Dema ku mirov li çapemeniya tirk dinêrî wusa dahate xûyan ku birêz Barzanî tenê jibo bêçekkirina PKKê çûye vî welatî. Bê guman rastî ne wusa ye, lê belê di hemû hewldanên tirkan de ev mijar derdikete pêş.
 
 
Daxwazên Dewleta Tirk, û herwuha yên raya giştî a Tirkiyê, çi dibe bila bibe, divê Serokatiya Herêma Kurdistanê herdem serbilind be û bizanibe ku her gavên wê jibo hemû Kurdan girîng e. Heman Herêm tenê ya Kurdên Başûr nîn e, çavê hemû Kurdan li ser wê ye. Dibe ku ew parçeyê herî mezin ê Kurdîstanê nîn e, lê belê di vê demê de ew bûye dilê hemû Kurdan. Ez hêvîdar im hemû rayedarên Herêma Kurdistanê bi vê zanabûnê tev bigerin û ji pirsgirêka hemû parçeyên Kurdistanê re bibin hêza çarenûsiyê.
 
 
Not : Di Rûdawê de min xwend ku Hozan Aydin û hin Hozanên Kurd ên din nikarin biçin Herêma Kurdistanê, bê guman ev tiştekê layîqê Kurdan nîn e. Divê çûyîna Herêma Kurdistanê ji hemû Kurdan re vekirî be. Hêvîdar im rayedarên Herêmê ji nêz ve bi heman mijarê ve elaqadar bin.
 
 
Ahmet DERE / 23.04.2012
 
 
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

11.04.2012

Greva Birçîbûnê li Strasbourgê

Ji meha Sibatê vir ve li Kurdistan û Tirkiyê grevên birçîbûne hene. Bi taybetî di zîndanan de heman çalakî dorfireh bûye.
Ji 1ê Adarê vir ve li Ewropayê jî heman çalakî hatiye destpêkirin. Çalakiya herî mezin li Strasbourgê ye. 15 kes ji destpêka heman çalakiyê ve di grevê de ne, her 5 rojan carekê jî bi dehan kes, ji cur be cur welatên Ewropayê,  tên Strasbourgê û dikevin heman greva birçîbûnê. Heya naha nêzê 300 kes hatine vî bajarî û ketine vê greva birçîbûnê. Di heman demê de li cur be cur welatên Ewropayê jî, bi giranî di komeleyan de, bi hejmarekê mezin çalakiyên greva birçîbûnê çê bûne. Li hin deran hê jî dewam dikin.
Grevên birçîbûnê cureyekê çalakiyên herî pasîf û demokratîk e. Lê belê li Ewropayê ji aliyê hin derdoran ve heman çalakî weke auto-torture (İşkenceya xwe bixwe) tê dîtin. Lewre, bi taybetî ji salên 2000î vir ve ji çalakiyên grevên birçîbûnê re zêde alîkarî nayê dîtin.
Li gorî çalakvanên li Strasbourgê armanca sereke ya vê greva birçîbûnê ev e; divê rayedarên tirk destûrê bidin parêzerên birêz Öcalan daku ew bikaribin pê re hevdîtinan pêk bînin û jibo çareseriya pirsgirêka kurd bi birêz Öcalan re guftugo bên çê kirin (Di nava rêzedaxwazên heman çalakvanan de azadiya hemû girtiyên siyasî jî heye).
Weke tê zanîn Strasbourg bajarekê navendî yê Yekîtiya Ewropayê û yê Konseya Ewropayê ye. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û beşê wê CPT (Komîteya Lidijî İşkenceyê) li heman bajarî ye. Armanca pêkanîna vê greva birçîbûnê li vî bajarî hebûna navenda van saziyên navneteweyî ye. Lê mixabin, digel ku ev bû mehek û nîv heman çalakî didome û tendurustiya hin çalakvanan ketiye rewşekê xeter, hê jî nêzîkatiyekê layîq ji aliyê saziyên Yekîtiya Ewropayê û herwuha ji aliyê CPT ve nehatiye raber kirin.
Di nava van 45 rojan de çend caran parlementerên ewropî, nûnerên rêxistinên civakî yên herêma Strasbourgê û rayedarên şaredariya bajêr hatine serdaniya çalakiyê. Ev serdanî tenê di çarçoveya rêzdariyê de mane, heya naha gavekê bi bandor nehatiye avêtin. Wusa diyar e ku wê heman nêzîkatî dewam bike.
Di derbarê vê greva birçîbûnê de min ji cur be cur derdorên van saziyên li Strasbourgê agahî xwest. Bi kurtayî rayedarên ewropî wuha dibêjin ; «Di derbarê hevdîtinên parêzeran û birêz Öcalan de em nikarin tiştekê bikin. Dewleta tirk hemû kiryaran li gorî qanûnên xwe dike. Saziyên ewropî nikarin destê xwe dirêjî pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê bikin ».
Bêguman ev nêzîkatiyekê parazvanî ye. Di derbarê Kurdan de Ewropî herdem heman tiştan dibêjin. Lê belê dema ku mijar dibe pirsgirêka azadiya olî û herwuha ya Kibrisê nêzîkatiya Ewropiyan cuda ye. Tenê di derbarê Kurdan de Ewropî naxwazin xwe tevlî pirsgrêkên « navxweyî » yên Tirkiyê bikin. Divê ev jî weke durûtiya Ewropiyan were dîtin.
Li gorî zanabûna min, divê helwesta Ewropiyan di destpêkê de hatiba nirxandin û armanca vê çalakiyê baştir û bi awayekê realîst hatiba tespît kirin. Carna, digel çalakiyên pir lewend jî, hin daxwaz nayên qebûl kirin. Çalakiya ku daxwaza wî neyê qebûl kirin bandorekê neyênî çê dike. Ez hêvîdar im çalakiya li Strasbourgê bi encamekê neyênî dawî nebe û bi taybetî keda lewend ya 15 çalakvanan vala neçe.
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Ahmet DERE  / 09.04.2012

29.03.2012

Newroz Pîroz bû

Gelê Kurd her demê cejna xwe ya Newrozê pîroz kiriye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ji salên 1990î vir ve Newroz bi girseyên gel û bi naverokekê siyasî tê pîroz kirin. Bê guman Newroz cejnekê siyasî nîn e, lê belê ew xwedî naverokekê serhildanî, berxwedanî û serkeftinî ye. Lewre kes nikare vê cejnê tenê bi şeweyekê çandî binirxîne.
21ê Adarê destpêka baharê ye. Sala 612 beriya mîladê heman roj weke bahara gelên Rohilata Navîn hatiye pîroz kirin. Serkeftina lidijî Dehak weke destpêka azadî û herwuha bahara gelan di dîrokê de hatiye nivîsandin. Lewre hemû gelên vê herêmê Newrozê weke rojekê pîroz dibînin. Ji sala 1982an vir ve, bi taybetî li Bakurê welatê me, bi agirê Mazlûm Doğan Newroz hemdem bûye û ji wê demê vir ve bi şêweyekê siyasî tê pîroz kirin.
Di van salên dawî de, cejnên Newrozê bi sedan hezaran Kurdan tînin cemhev. Jiber vê sedemê rayedarên dewleta dagirker ya tirk ji heman cejnê pir ditirsin. Rêxistinbûna Kurdan jibo dewleta tirk pir xetere ye.
Îsal rayedarên dewleta tirk û yên AKPê çi ji destê wan hat kirin, daku Newroz bi tevlêbûna girseyên mezin neyê pîroz kirin. Lê belê çawa ku wan dixwast nebû, digel hemû qedexeyan û zextê, li hemû deverên Bakurê Kurdistanê bi sedan hezaran Kurd daketin kolanan û agirê Newrozê gurtir kirin. Zext û zulma dewletê bû sedemê ku Newroz bi dil û can weke roja berxwedanê pîroz bibe.
Di dema pîrozbahiyên Newrozê de hovîtiya rayedarên dewletê baştir xwe aşkere kir. Li hemberî rihê berxwedanvaniya Kurdan çavên rayedarên ewlekariya dewletê tarî bûn. Lewma lidijî parlementeran jî darê zorê hate bikaranîn. Kesekî weke Ahmet Türk ji aliyê polîsan ve lêdan xwar. Ev nêzîkatî rewşa tengaviya dewletê diyar dike. Eger dewleta tirk li hemberî rihê berxwedanvaniya Gelê Kurd tengav nebûya wê heman nêzîkatî raber nebûba.
Newroza 2012an baş xûya kir ku dewleta tirk çi dike bila bike ew ê nikaribe li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd zêdetir keleman biafirîne. Lewre, bê dil be jî, Recep Tayîp Erdoğan da xûyan ku ew dixwazin bi BDPê re guftugoyan bikin. Ez vê yekê weke encama Newrozê dibînim. Dibe ku guftugo nemeşin, herwuha dibe ku BDP vê daxwaza AKPê bê bersiv bihêle, lê belê dîsa jî merheleyekê ve bûye.
Di dema pîrozbahiyên Newrozê de di çapemeniya tirk de jî zimanekê « erênî » hate bikaranîn. Ez vê yekê jî baş dibînim. Digel hemû neyêniyan, wusa diyar e ku wê di sala 2012an de hin bûyerên bi xêr biqewumin.
Derengî be jî, ez Newroza gelê xwe pîroz dikim û dibêm hêvîdar im heya Newrozekê din pir bûyerên serkeftî bên jiyîn.
Ahmet DERE  /  26.03.2012
Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

15.03.2012

Pirsgrâka Yekîtiya Kurdan

Hefteya borî li Amedê civînekê hevbeş, di navbera nûnerên cur be cur rêxistinên Kurdan û çend rewşenbîran de pêk hat. Dibe ku di demên borî de jî hin civînên bi vî rengî pêk hatibin, lê belê dema pêkanîna vê civînê xwedî wateyekê cuda ye.
Beriya ku heman civîn li Amedê pêk were ez hatibûm agahdar kirin. Lê belê min hêvî nedikir ku tevlêbûn wuqasa cur be cur be. Bi rastî min digot ku wê ev civîn jî weke parçeyekê xebatên Kongreya Civaka Demokratîk be. Lê piştî ku min belgeya encamê xwend û li navên kesên ku beşdarbûyî nêrî, di dilê min de hêviyên ji bo pêkanîna Yekîtiya Kurdên Bakur mezintir bûn. Lewre ez heman civînê weke destpêka pêvajoyekê nû dibînim.
Di derbarê heman civînê de, di çapemeniya tirk de rexneyên hin kesên kurd hatin weşandin. Di derbarê her karî de pir asayî ye ku rexne hebin û herwuha nerazîbûn jî. Di aliyekê de divê hemû rexne werin guhdar kirin, di aliyê din de jî pêwîst e armanca rexnedaran û kiryarên wan jî bên dîtin. Bi taybetî di nava me Kurdan de kesên ku tenê rexneyan dikin, lê belê bi emel zêde feydê nadin gelê me pir in. Lewre divê berpirsyarên ku xebatên neteweyî dikin di aliyekê de dilfireh bin û bizanibin rexneyan guhdar bikin, di aliyê din de jî bikaribin wate bidin rexneyan.
Di dîroka me Kurdan de birîna herî kûr pêknehatina yekîtiyê ye. Eger me yekîtî hebûya bê guman me yê îro tiştên pir cuda niqaş bikira. Mixabin, jiber cur be cur parçebûna di nava gelê me de em hê neçar in ku li ser mijarên wuha kevnar bisekinin.
Civîna hefteya borî pir girîng bû, divê dumahîka wê jî hebe. Di vî warî de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD an jî DTK). Bi vê gotinê ez naxwazim bêjim ‘divê KCD vî karî bimeşîne’. Eger KCD vî karî weke xebatekî xwe bibîne mixabin wê encama wî ji ên civînên dema borî cudatir nebe. Tişta ku ez dixwazim bêjim ev e ; pêwîst e KCD,  BDP û saziyên din ên nêzîkî wan bikaribin û bixwazin rê bidin derdorên derveyê wan. Ji bo ku kes nebêje ‘ev xebata KCD û BDPê ye, lewre nabe bingeha yekîtiya Kurdan’ pêwîst e soza rêxistin û rewşenbîrên ku heya naha xwe ji KCD û BDP dûr digirin derkeve pêş. Eger wusa nebe, mixabin wê carekê din hêviyên me vala derkevin.
Di xebata pêkanîna Yekîtiya Kurdên Bakur de rola hin şexsiyetan pir girîng e. Mînak ; kesên weke Ahmet Türk, Leyla Zana û Osman Baydemir dikarin rolekê girîng bigirin ser milên xwe. Lê belê ev nayê wateya ku li her deverê û di hemû karî de soza wan li pêş be. Rolên grîng dikarin bi pir cureyan pêk werin. Lewre min xwendina belgeya encamê ji aliyê xanim Leyla Zana ve nepejirand. Rewşenbîrekî serbixwe dikaribû heman belgeyê bixwenda.
Ji bo ku xebatên bi armanca pêkanîna Yekîtiya Kurdên Bakur bi serkeve divê ;
-saziyekî weke Konferansa Neteweyî ya Kurdên Bakur were tenzîm kirin.
-bi navê heman saziyê karê navxweyî were meşandin.
-bi navê heman saziyê li derveyê welat karekî dîplomatîk bê meşandin.
-ji bo van xebatan alîkariya aborî ya hemû rêxistinan bê girtin. (Divê barê aborî jî tenê li hêviya KCD û BDPê nemîne)
-piştî demekê, amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurdên Bakur bê meşandin û Kongre bicive.
Ahmet DERE  /  12.03.2012

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

1.03.2012

Gelo wê zivistan derbas bibe ?

Zivistana îsal pir cuda bû. Di demekê ku me hêvî dikir ku wê bahar were de serma çê bû. Ew serma ya ku me îsal dît pir cuda bû. Çendî zarokatiya min li serhedê derbas bûbe û ez li Botan û Zagros jî mabim, min tu car sermayekê weke ya îsal nejî bû. Xirabiya hewuldorê ku ji aliyê pîşesaziyê ve çê bûyî bandorekê mezin dide ser hewayê û tesîra sermayê zêdetir dike. Di meha Sibatê de li Ewropayê me vê xezebê jiyan kir.
Di nava du hefteyên serma zivistanê de, tenê li parzemîna Ewropayê, nêzê 500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van kesan ji  welatên rojavayê Ewropayê bûn û di nava wan de bi giranî kesên îxtiyar bûn. Vê rewşê carekê din bi me da xuyan ku sîstemên kapîtalist li hemberî xezeba xwezahiyê neçar dibin. Herwuha baş hate dîtin ku rewşa sîstema sosyal ya cîhana kapîtalîst bersivê nade pêwîstiyên jiyanê.
Di warê siyasî û aborî de jî zivistana îsal sar û çetin bû. Bahara Ereban ku ji sala borî vir ve didome hê germahî çê ne kiriye. Di hemû welatên ku tê de « serhildanên gel » çê bûn de hê roj tine ne ku kuştin û birîndar çê ne bin. Hêzên ku ji van « serhildan »an re bingeh amade kirin û bûnin alîkar jî naha baş nizanin ku dê ew çi bikin. Bi taybetî dîplomasiya Amerîka û ya Yekîtiya Ewropayê di vî derbarî de serkeftî nebûye.
Di serma zivistanê de li Sûriyê tevliheviya rewşa siyasî û civakî xwe parast. Her ku diçe hejmara kuştiyan zêdetir dibe û qelîşa di navbera desthilatdariya Esad û civakê de mezintir dibe. Di qada navneteweyî de jî çembera li dora rejîma Esad teng dibe. Di van mehên pêş de dibe ku piraniya welatên endamê Neteweyên Yekbûyî bi rejîma Esad re têkîliyên dîplomatîk bibirin. Lewre ji vê demê bi şûn de, ne mumkun e ku rejîma Beşar Esad bikaribe li ser tevahiya Sûriyê de hukum bimeşîne. Zû an jî dereng wê li Sûriyê pêvajoyekê nû dest pê bike.
Rewşa Sûriyê ji nêz ve Tirkiyê eleqadar dike. Lewma piraniya dema xebatê ya wezîrê karê derve Ahmet Davutoğlu bi heman mijarê ve girêdayî dibore. Dewleta Tirk bi her awayî şiyar tev digere. Bê guman sedemekê wê jî hebûna Kurdan ya li Sûriyê ye.
Qasê ku ez dişopînim, di nava hêza muxalefeta Sûriyê de dengê Kurdan zêde dernakeve. Ez ditirsim ku di vî warî de xeletiyekê dîrokî were kirin. Çendî muxalefeta Sûriyê xwedî hêz û mentalîteyekê demokratîk nebe jî, divê baweriya Kurdan bi rejîma Esad jî tinebe.
Çendî meha Adarê destpêka baharê be jî, di her aliyêde serma zivistanê bandora xwe diparêze. Di vê demê de rewşa aboriya cîhanê jî di nava krîzekê de ye. Bi taybetî Yekîtiya Ewropayê bi heman krîzê re di nava şer de ye. Du hefteyên ku pir sar derbas bûn bandorekê mezin li ser karmendên piçûk jî çê kir. Di hemû welatên Ewropayê de piraniya millet nikare bersivê bide pêdiviyên jiyanê.
Çendî meha Sibatê derbas bibe jî hê bahar nehatiye. Dema ku ez li rewşa siyasî, aborî û herwuha ya xwezahiyê dinêrim neçar dibim ku bipirsim « Gelo wê zivistan derbas bibe ? »
Ahmet DERE  /  27.02.2012
Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

23.02.2012

MİT, AKP û KCK

Van rojan li Tirkiyê hin tiştên « xerîb » diqewumin. Dozgerên dewletê li dijî rayedarên sixûrên dewletê (MİT) doz vekirine û dixwazin wan bigirin bin çavan. Di dîroka komara Tirkiyê de ev cara yekem e ku MİT bi dozekê wuha ve rû bi rû dimîne.
Weke tê zanîn MİT saziya ku hîmê dewletê diparêze ye. Serokê MİTê bi serokwezîr ve girêdayî kar dike û xebatên heman saziyê di xizmeta dewletê de ye. Serokê MİTê Hakan Fidan ji aliyê R. Tayip Erdogan ve hatiye destnîşan kirin û kesekê nêzîkê wî ye. Hakan Fidan weke şêwurmendê R. Tayip Erdogan, tevî rayedarên MİTê ligel nûnerên PKKê hevdîtin pêkanîbû. Lewre heman hevdîtin bi fermana, an jî bi destûra, R. Tayip Erdogan pêk hatibûn. Bi awayekê din mirov dikare bêje heman hevdîtin di navbera hikûmeta AKP û PKKê de pêk hatine.
Naha çi qewumî ku dozgerî lidijî rayedarên payebilind ên MİTê doz ve kirine ? Gelo ev weke encama nakokiyekê di navbera saziyên dewletê de ye ? Li gorî hin analîstan ; dibe ku ev encama nakokiya di navbera Cemîeta Fethullah Gülen û AKPê de be. Dîsa, hin nivîskarên tirk dibêjin di vê bûyerê de rola Îsraîl heye.
Di derbarê vê bûyerê de pir û cur be cur nêrîn û analîzên din jî têne kirin. Li gorî min rayedarên AKPê di derbare derketina vê nakokiyê de xwedî agahî bûn in. Û di navbera Cemîeta Fethullah Gülen û AKPê de nakokiyên wuqasa kûr tinene. Herwuha, di derbarê pirsgirêka kurd de jî pir zehmet e ku mirov di navbera nêzîkatiya saziyên dewleta tirk de nakokiyan bibîne. Her wuha ne mumkun e ku ez tevlî nêrîna ku dibêje « Di vê bûyerê de tiliya Îsraîl heye » bibim. Ez bawer nakim ku hêzên weke Amerîka, Ewropa û Îsraîl di vê bûyerê de rolekê girtibin ser xwe.
Dema ku ez tecrûbeyên xwe ên bi salan di ber çavan re derbas dikim, baş dibînim ku ev bûyer bi pîlan hatiye çê kirin û ketiye rojeva Tirkiyê. Di bingeha heman pîlanê de berjewendiyên AKPê heye û di encamê de jî ew ê pozisyona xwe xurtir bike.
Tê zanîn ku ji dawiya sala 2010an vir ve AKP giraniya xwe daye ser meşandina siyaseta ewlekariyê û bikaranîna hêza leşkerî, polîsiye û herwuha dadî. Carna dîrekt carna jî indîrekt rayedarên AKPê xwastine bêjin « Ne saziyên dewletê û ne jî gelê tirk ji diyalogê re amade nîn e ». Bi rêya vê buyerê AKP dixwaze bi hin derdoran bide xûyan ku ew nikare ji pirsgirêka kurd re bi rêya diyalogê çareseriyê bibîne. Piştî vê buyerê rayedarên AKPê dikarin bi hêsanî bêjin « We dît, saziyên dadî  jî destûrê nadin me ku em çareseriyekê siyasî bibînin ».
Û ji vir bi şûn de R. Tayip Erdogan dikare bi hêsantir siyaseta kuştin û qirkirinê weke çareseriya herî asayî bide diyar kirin.
Bila kes nebê je ku Hakan Fidan û rayedarên MİTê zerar dibînin, bawer bikin ku dema AKP vê bûyerê pîlan kiriye wê ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê jî amade kiriye. Ne Hakan Fidan û ne jî tu endamekî, an jî endamekê MİTê zerarê nabîne. Yên ku wê zerarê bibînin dîsa gelê kurd û derdorên aştîxwaz in.
Ahmet DERE  / 13. 02.2012
Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

5.02.2012

ROJ TV û Leystokên Navdewletî

Tê zanîn ku roja 22yê meha kanûnê Meclîsa Fransa di derbarê jenosîda Ermeniyan de pêşniyazqanûnekê qebûl kir û roja 23yê çile jî heman qanûn ji aliyê Senatoyê ve hate erê kirin. Piştî ku Meclîsa Fransa heman pêşniyazqanûnê qebûl kir dewleta tirk kete nava helwestekê tûnd û li dijî Fransa cur be cur gefan xwar. Lê belê, piştî ku Senatoyê heman qanûnê erê kir heman dewleta tirk zêde deng dernexist. Wusa diyar e ku ji demekê kurt bi şûn de wê ev mijar were jibîr kirin.
Hin xwendevan dikarin bînin bîra xwe ku mijara jenosîda Ermeniyan di sala 2001 de ketibû rojeva Fransayê. Di heman salê de Meclîsa Fransa vê jenosîdê nas kir û ji heman demê vir ve, ligel jenosîda Cihuyan, ya Ermeniyan jî li heman welatî, bi awayekê fermî hatiye nas kirin. Lê belê di 2001 de rayedarên dewleta tirk zêde deng dernexistin, çapemeniya tirk jî li ser mijarê pir nesekinî.
Bêguman sedemên rayedar û çapemeniya tirk hebû. Weke tê zanîn di salên destpêka 2000î de niqaşên di derbarê destpêkirina guftugoyên di navbera Yekîtiya Ewropayê-Tirkiyê de pir gur bibûn. Beriya ku Fransa jenosîda Ermeniyan nas bike, di navbera rayedarên Fransa û Tirkiyê de konsansûsekê hate çê kirin. Li gorî heman konsansûsê, divê Tirkiyê deng dernexistiba û Fransa jî, di derbarê guftugoyan de piştgiriya wê kiriba. Wusa jî bû, bi alîkariya Fransa, di hezîrana 2005an de guftugoyan dest pê kirin.
Di navbera 2001 û 2011an de mijara jenosîda Ermeniyan zêde nekete rojheva her du welatan. Lê belê car caran dahate dîtin ku Nicolas Sarkozy li ser heman mijarê hejmarên hilbijartinan dikir. Bi munasebeta hin serdananên xwe, ên li Ermenistanê, balê dikişand ser heman mijarê. Di dawiya 2011an de dema ku pêvajoya hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir, partiya Sarkozy UMP kete hereketê. Û parlementera heman partiyê Valérie Boyer pêşniyazqanûnekê amade kir û xiste rojeva Meclîsa Neteweyî ya Fransayê. Bi vê pêvajoyê ve dewleta tirk jî hişyar bû û kete nava hejmara pîlanan. Rayedarên dewleta tirk baş dizanibûn ku wê heman pêşniyazqanûn qebûl bibe, lê belê wan dixwestin tiştekê ji Fransa biqetînin, hemû hewldanên wan ji bo heman armancê bû.
Piştî ku dadgeha Danîmarkayê di derbarê ROJ TV de biryar girt, rayedarên dewleta tirk ketin nava hewldanên cur be cur ku kelemekê biafirînin. Di vê xalê de mijara ROJ TV kete rojeva rayedarên her du welatan. Carekê din Kurd weke qurban hatin bijartin. Û, digel peymanên fermî, fîrmeya fransî Eutelsal di 22ê çile de, rojekê beriya civîna Senatoya Fransa, weşanên ROJ TV birî. Lewre, piştî biryara Senatoyê ne li Tirkiyê û ne jî di qada navneteweyî de zêde deng ji hikûmeta AKP derneket. Di nava demekê nêz de wê têkîliyên tirk û fransa bikevin astekê normal.
Carekê din hate dîtin, dema ku berjewendî dibin mijara gotinê dewletên ku ji xwe re dibêjin “Em bêşîga demokrasiyê ne“ her tiştî jibîr dikin û tenê xwe difikirin. Divê em Kurd jî ji van helwestan baş dersan derxin û li gorî wê gavan biavêjin. Hêvîdar im ku em ê wuqasa biaqil bin.
Ahmet DERE / 30.01.20122
Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

21.01.2012

Dewleta Tirk çi dixwaze bike ?

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê rewşekê pir awarte heye. Ji destpêka salê vir ve bi sedan Kurd hatine girtin, hêzên ewlekariya dewletê avêtine ser malên rayedarên BDPê û cihê karê wan. Bi awayekê din, mirov dikare bêje ; li Tirkiyê terora dewletê dimeşe, ji Kurdan re mafê jiyanê nayê nas kirin.
Di van kiryaran de rola AKPê çî ye û dewlet çi dixwaze bike ?
Beriya her tiştî divê were zanin ku, bi taybetî ji 12ê hezîrana 2011an bi şûn de, di navbera AKP û dewletê de tu cudahî nemaye ; AKP dewlet e, dewlet jî AKP ye. Di derbarê pirsgirêka kurd de pêvajoyekê nû di rojeva dewletê de ye. Di çarçoveya vê pêvajoya nû de « çareseriya pirsgirêka kurd » jî heye. Lê belê ev « çareserî » tenê li gorî daxwazên dewletê tê lipêşxistin. Li gorî wê divê Tevgera Azadiya Kurd (PKK, KCK, BDP û hwd) were tesfiye kirin, an jî bê hêz bibe. Digel şertên zehmet ên zivistanê em dibînin ku operasyonên leşkerî bê navber dewam dikin. Wusa diyar e ku wê heman operasyon heya dawiya salê nesekinin.
Di paralela van operasyonên leşkerî û polisiye de, AKP dixwaze hêzekê « kurd » jî biafirîne. Di aliyekê de Kurdên li dora AKPê têne bikaranîn, di aliyê dinde hin şexsiyetên kurd, yên ku ji aliyê raya giştî ve hatine nas kirin, têne amade kirin. Li gorî ku ez dişopînim, di pêvajoya vê salê de AKP dixwaze encamekê bigire.
Bêguman ev stratejiya AKPê, an jî ya dewletê, ji derveyê înisiyatîfa hêzên navneteweyî lipêş nakeve. Li gorî min Amerîkâ û Yekîtiya Ewropayê vîze dane dewleta tirk. « Çareseriyekê » jibo pirsgirêka kurd dikare bikeve xizmeta berjewendiyên van hêzên navneteweyî jî. Hebûna pirsgirêka kurd êdî  ji aliyê van hêzan ve nayê bikaranîn, divê wêneyê Tirkiyê û herwuha yê rewşa Kurdan biguhere.
Ji niha ve dixûyê ku wê sala 2012 pir dijwar be. Daxûyaniyên rayedarên KCKê jî di vî warî de îşaretan didin. Ev jî tê wateya gurbûna şer, mezinbûna hejmara kuştiyan, ya birîndaran, ya girtiyan û hwd.
Hêviyên me hebûn ku di 2012an de Gelê Kurd, yê li Bakurê welat bikaribe, weke piraniya gelên cîhanê, di nava rewşekê aştiyane û aramî de bijî. Mixabin, wusa diyar e ku îsal jî gelê me rehetiyê nabîne. Hêvîdar im ku ez xelet bim, rewş beruvajiyê naveroka vê nivîsa min lipêş bikeve.
Ahmet DERE  /  17.01.2012
Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

5.01.2012

Sala Reş

Di pir aliyan de sala 2011 bû salekê reş ji bo gelê kurd. Di heman salê de li Kurdistanê pir bûyerên bi xezeb qewumîn, di jiyana gelê me de rewşekê neyênî pêş ket.
Beriya hilbijartinên 12ê Hezîranê ku li Tirkiyê pêk hatin, me hêvî dikir ku li Bakurê Kurdistanê pêşketin çê bibin, lê mixabin rewşa derketî holê beruvajiyê hêviyan pês ket. Ji destpêka Tîrmehê bi şûnde hikûmet û artêşê bihev re li Kurdistanê şerê qirêj lipêş xistin. Di 16ê Tebaxê de balefirên şer derbasî axa başûrê Kurdistanê bûn û herêmê danin ber bombebaranan. Çendî hêzên bejayî yên artêşa tirk nikaribin bikevin axa Başûr, wan bi balefiran ziyanekê mezin danin şêniyên herêmê.

Li hemberî şerê qirêj yê dewleta tirk hêzên gêrîlla jî nesekinîn, di heman pêvajoyê de bi dehan êriş pêk hatin, bi sedan leşker hatin kuştin. Lê mixabin, di çarçoveya şerê qirêj de, artêşa tirk çekên kîmyewî jî bikar anî di encamê de bi dehan gêrîlla jiyana xwe jidest danin. Qirêjiya ku di sala 2011an de artêşa tirk bikar anî ji ya salên 1993-1994 girantir bû. Wendayiyên hêzên gêrîlla jî ji yên heman salan kêmtir nebû.

Şerê qirêj tenê lidijî gêrîlla û şêniyên herêma sînorê Başûrê Kurdistanê nehate meşandin, herwuha piraniya gelê Bakur bû hedefa heman şerî. Bi taybetî hêza siyasî û beşekê rewşenbîrên Kurd û Tirk jî hatin pelçiqandin. Di bin navê « Operasyona KCKê » de bi hezaran xebatkarên BDPê û rewşenbîr, ku di nava wan de Profesor û Rojnamevan jî pir in, hatin binçav kirin û ji mehan vir ve di girtîgehan de ne. Di vê çayreka sedsala 21. de welatê ku lê pirtir rojnamevan û herwuha parlementer di zîndanan de ne yek jî Tirkiye ye. Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor « Reporters Sans Frontières », ya ku ez jî endamê wê me û nûnertiya Kurdistanê dikim, pir caran di derbarê rewşa rojnamevanên li Tirkiyê de daxûyanî daye û rapor weşandiye.

Mixabin, reşaya sala 2011an tenê bi qirêjaya dewleta tirk ve bisînor nemaye, xweza jî li gelê me hate xezebê. Di erdheca WANê de 600 kesî jiyana xwe jidest da û bi dehan hezaran Kurd jî ziyanekê mezin dîtin. Di van rojên sar de şêniyên herêma WANê di çadiran de liberxwe didin.

Bûyera reş ya dawiya salê jî komkujiya Roboskî ye. Balefirên şer yên artêşa tirk bi bombebaran  35 Kurd kuştin. Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de zarokên 15-16 salî jî hene. Digel rewşa aşkere ya komkujiyê dewleta tirk hê bi berpirsyarî tevnegeriyaye û nêzîkatiyekê maqûl raber nekiriye. Li gorî ku tê dîtin AKP di nava hewldanan de ye ku di nava tevliheviya bûyerê de lidijî BDP provokasyonan lidar bixe.

Digel hemû neyêniya sala 2011an, ez hêvîdar im ku 2012 nebe sala xezeban.

Ahmet DERE  /  02.01.2012

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

22.12.2011

Bahara Navxweyî ya Kurdan

Ji destpêka 2011an vir ve gotina « Bahara Ereban » ketiye nava wêjeya navneteweyî. Li gorî rastiya vê gotinê ; dê wê sîstemên kevneparêz hilweşin, di van welatan de sîstemên nûjen werin avakirin. Heya naha rastiya « Bahara Ereban » neketiye jiyanê, paşeroja wê jî ne diyar e.

Rewşa « Bahara Ereban » û paşeroja wê çi dibe bila bibe, ji bo me Kurdan pêwîstî bi «Baharekê Navxweyî » heye. Ji bo bingehekê ji baharekê rast û pêvajoyekê azad re were amade kirin, divê li welatê me û di nava gelê me de « Baharekê Navxweyî » were jiyîn. Bê ku ev bahar bijî, ne mumkun e ku gelê me bikaribe ji bêvajoya baharekê rast re pêşengî bike.

Di dîroka Kurdistanê de û heya naha bingeha hemû derd û kulan bêtifaqî û duşminatiya navxweyî ye. Hêzên dagirker herdem pîlanên xwe li ser vê qelsiya gelê me dane çê kirin. Di encama siyasetên dagirkeran de nakokî di nava Kurdan de kûrtir bûn in. Lewre, beriya ku li dijî hêzên dagirker « Baharekê Kurdan » bê jiyîn divê em bikaribin di nava xwe de bi bahar bin.

Dema ku em li 40 salên borî dinêrîn, baş tê dîtin ku bi dehan rêxistin di nava Kurdan de tenzîm bûne û bi armanca « Azadkirina Gelê Kurd » şer kirine. Ji heman rêxistinan çendê wan di nava demekê kurt de hatine pelçiqandin û ji holê wunda bûne. Ji têkçûna van rêxistinan, mixabin, qasê duşmin hin tevgerên Kurdan jî kêfxweş bûn in, destên xwe lihev danin. Mirov fedî dike ku heman nêzîkatiya Kurdan bîne ziman, binivîsîne.

Îro li Kurdistanê û li derveyê welat bi dehan rêxistin û tevgerên Kurdan hene. Ji derveyê hin rêxistinên li Başûrê Kurdistanê, mixabin di navbera piraniya rêxistin û tevgerên Kurdan de diyalogekê li ser esasê parastina mafê azadiya gelê me tine. Giraniya sedemên nakokiyên heyî berjewendiyên rêxistinîn in, her rêxistin, tevger û komele dibên « bila hindik be lê ya min be ». Bê guman bi vê mentalîteyê ne yekgirtin dikare çê bibe û ne jî hevkarî dikare li pêş bikeve. Yên ku ji heman nêzîkatiyan sûd werdigirin dîsa hêzên dagirker in.

Di vê dema ku li pir welatan têkoşînên azadiya gelan li pêş dikevin de, pêwîstiyekê pir mezin bi «Baharekê Navxweyî ya Kurdan» heye. Piştî pêkhatina « Baharekê Navxweyî » êdî em dikarin behsa « Bahara Kurdan » bikin. Di vî derabrî de bar û kar tenê nakeve ser milên rêxistinan, divê hemû Kurd, bi taybetî jî rewşenbîr û zanyar xwe berpirsyar bibînin.

Ahmet DERE / 19.12.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin

16.12.2011

Zivistan û Xeterî

Ji bo piraniya gelên cîhanê zivistan di nava bêdengiyê de derbas dibe, lê belê li Kurdistanê dengê teqîn û reqînê her ku diçe gurtir dibe. Ne tenê li parçeyekê Kurdistanê, vê demê li hemû parçeyên welatê me seqema zivistanê û xeterî hevdu temam dikin.

Li Bakur operasyonên dewleta tirk didomin, wusa diyar e ku AKP heman hewldanên xwe heya demekê dirêj jî dewam dike. Digel zehmetiyên zivistanê û erdheja Wanê, zexta dewleta tirk tûndtir dibe. Qasê ku dixûyê, tenê PKK û BDP di hedefa van zextan de nîn in, herwuha hemû Kurdên azadxwaz û derdorên demokrat ên tirk bûn in hedefa neheqiyên dewletê.

Dema ku ez bi awayekê giştî li rewşa Tirkiyeyê û ya li Bakurê Kurdistanê dinêrim, mixabin xeteriyekê mezin dixûyê. Artêşa tirk hemû derfetên xwe dixebitîne ku derbeyekê mezin li hêza çekdarî ya PKKê bixe. Bêguman ji derveyê têkoşînê û berxwedanê tiştekê din ji PKKê nayê hêvî kirin. Lewre, bi taybetî ji bo Bakurê Kurdistanê, tê xuyan ku wê ev zivistan bi teqîn û reqînê derbas bibe.

Ji mehan vir ve parêzerên Abdullah Öcalan nikarin biçin grava Îmraliyê. Ev nêzîkatiya Wezareta Dadê jî bi helwesta dewletê ve girêdayî ye. Di aliyekê de operasyonên artêşê, di aliyekê de jî operasyonên KCKê ku di heman çarçoveyê de rayedarên BDPê tên girtin, di aliyê din de jî şerê psîkolojîk li dijî Abdullah Öcalan û girseyên gel tê meşandin.

Li hember vê zexta dewleta tirk ji Kurdan zêde dengekê bibandor dernakeve. Çendî BDP li hin deveran mitîngan lidar dixe, jiber helwesta neyênî ya çapemeniya tirk zêde deng venade. Mixabin di qada navneteweyî de jî bêdengiyekê heye, ez bawer im di rojên pêş de wê Yekîtiya Ewropayê li dijî operasyonên KCKê bibe xwedî helwestekê, lê belê vê demê hê tiştekê tine.

Ligel rewşa neyênî ya li Bakurê welat, li Rojava jî aramî tine. Pêla Bihara Ereb her rojê zêdetir xwe nêzîkê Sûriyê dike. Eger hêzên Kurdên li Rojava nebin xwedî helwestekê biaqil, mixabin wê Bihara Ereb ji wan re germahiyê neyne. Qasê ku ez dişopînim, helwesta hêzên vê parçeyê Kurdistanê net diyar nebû ye, ev jî min ditirsîne.

Van rojan li Başûrê Kurdistanê jî tevliheviyekê heye. Çalakiyên ku li Zaxo qewumîn îşareta hin xeteriyan in. Ne mumkun e ku mirov di van fesadiyan de rola dewleta tirk negere. Tê zanîn ku pêşketina vê parçeyê Kurdistanê li xweşê dewleta tirk naçe û cur be cur derdor nerazîbûnên xwe aşkere tînin ziman. Bêguman divê di rewşa Başûr de rola Îranê jî neyê jibîr kirin.

Welhasil zivistana îsal bi pir xeteriyan ve tije ye. Ji her demê zêdetir ji rayedarên hêzên Kurdan tevgeriyekê pir biaqil tê xwestin.

Digel hemû neyêniyan, hêvîdar im bihara 2012 ji bo gelê me bêhna gul û sosinan bîne.

Ahmet DERE  / 05.12.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye weşandin