Roja 21ê Tebaxê, li Avusturya, bajarê Insbruckê siyasetmedarê kurd Cemal Kavak dawî li jiyana
xwe anî. Beriya ku ew were Ewropayê wî di nava partiyên weke HADEP, DEHAP û
DTPê de berpirsyartî girtibû ser xwe û xwedî kedekê bêhempa bû. Bi taybetî dema
ku Cemal Kavak serokê DEHAPê yê beşê Stenbolê bû wî karêkê lewend meşandibû.
Jiber karê wî yê lewend pir caran ew hatibû binçavkirin û lidijî wî doz hatibûn
vekirin. Weke pir rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan, Cemal Kavak jî neçar ma ku
bikeve ser rêya Ewropayê.
Piştî ku Cemal Kavak hate Ewropayê min jî wî ji nêzîk ve nas
kir. Di nava karê CDKê de bi fedekarî cih girt. Di hemû çalakiyan de Cemal
Kavak hebû û li pêşî dimeşiya. Bi fizîkî ew li Ewropayê bû lê belê rihê wî li
welat bû. Pir caran wuha digot « Heval ez fêrî jiyan û cureyê karê Ewropayê
nebûm, wusa xûya ye ku ez ê fêr nebim jî ». Bi van gotinan Cemal Kavak
dixwast nerazîbûna xwe a li hemberî jiyana li Ewropayê bide xûyan.
Weke piraniya rewşenbîrên kurd ku ji Kurdistanê dûr dijîn,
Cemal Kavak jî herdem bi hesreta welat dijiya. Hêviyên wî hebûn ku rojekê
vegere welat û li ser axa şirîn ya Kurdistanê bijî. Lê belê rêbazên jiyana egoîst
ya li Ewropayê taqeta wî jê girt. Wî malbata xwe ya piçûk û ya mezin hîşt û
berbi koçberiya herdem ve çû.
Di nava diyaspora Kurd a li Ewropayê de, mixabin kesên di
rewşa borî a Cemal Kavak de pirr in. Bi hezaran rewşenbîr û kesayetiyên kurd
neçar in ku li Ewropayê bijîn. Divê diyaspora kurd bi du beşan bê
naskirin ; 1 : kesên ku dikarin biçin welat û li wê derê bijîn,
2 : Kesên ku, jiber sedemên siyasî nikarin biçin welat. Eger Cemal Kavak
bikariba biçûya welat û bahata ez bawer im wî yê dawî li jiyana xwe neanîbûya.
Lewre divê cihê « kesên ku dikarin biçin welat » û « kesên ku
nikarin biçin welat » jihev cuda bê nas kirin. Mayîna bi daxwaza xwe li
Ewropayê cuda ye, ya neçariyê cuda ye. Mixabin hin kes hene bê pirsgirêk diçin
welat, li cur be cur bajarên Tirkiyê digerin û kêfa xwe dikin, lê belê di hin
platforman de jî xwe weke endamê « Diyaspora penaber ya Kurd »
dibînin. Divê ev kesana di derbarê Cemal Kavak de lêkolînekê baş bikin, daku
xwe nas bikin.
Bûyera Hevalê Cemal lêkolînekê dixwaze. Çima kesekî weke
Cemal Kavak, ku herdem bi jiyan û rihê germ dixûya, serî li rêbazekî wusan
xist ? Lewre ez dibêm pêwîst e rewşa rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ku li
Ewropayê dijîn wusan hêsan neyê dîtin. Bê guman kesên ku welat, tekoşîn û rewşa
gel nafikirin nikarin vê mijarê fêm bikin. Kesên ku her salê carekî be jî diçin
welat û tên jî vê mijarê fêm nakin. Lewre bar dikeve ser kesayetî û rêxistinên
kurdan ên li Ewropayê.
Cemal Kavak ji nava me bar kir, lê belê rihê wî yê welathez
û tekoşer li ba me ye. Tekoşîna bi dehan salan ku gelê me dimeşîne, li her çar
parçeyên welat, li ser hîmê girêdana bi bîranîna şehîdan pêş ketiye. Hevalê
Cemal jî yek ji wan şehîdan e. Cure û derfetên meşandina tekoşînê çawa dibe
bila bibe, tu car wê bîranîna şehîdan neyê jibîr kirin.
Carekê din ez ji malbata Cemal Kavak re serxweşiyê dixwazim,
ji wan re sebir û taqetê hêvî dikim.
Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin.
Ahmet DERE / 27.
08.2012
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder