Tê bîra pirr
kesan, 20 sal berê, yanê sala 1994 pirr dijwar derbas bibû. Şerê qirêj li hemû
herêmên Kurdistanê belav bibû. Di bin navê Hîzbûl-Konra de dewleta tirk di
pirraniya bajarên Kurdistana Bakur de di nava hewldanên qirêj de bû. Her mehê
bi dehan welatparêzên kurd dahatin kuştin. Di aliyê din de jî, bi alîkariya cehşan
artêşa tirk operasyonên dorfireh pêk dianî. Di dîroka şerê gêrilla de, li
Bakurê Kurdistanê, wendayiyên herî zêde di sala 1994’an de hatine dayîn. Lewre
ez heman salê weke sala herî reş dibînim.
Bîst sal pişt
re, yanê sala 2014’an jî pirr dijwar
derbas bû. Hêza terorîst DAİŞ’ê lidijî gelê me ferman derxist. Di bin navê ola
îslamê de lidijî Kurdan wehşet hate meşandin. Destpêkê li Şengalê, pişt re jî
li Kobanê wehşeta DAİŞ’ê bû sedemê kuştina bi hezaran zarok, jin û mêrên Kurd.
Her wiha bi sedan hezaran Kurd neçar man in ku ji welatê xwe koçber bibin. Îro
li cur be cur welatan bi hezaran Kurd nizanin çawa bijîn û wê pêşeroja wan çawa
be.
Tê zanîn ku
ji destpêka sedsala 21’în vir ve, bi awayekê giştî Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd
ketiye qadekê awarte û herwiha girîng. Digel cur be cur rêbazên şer yên hêzên
dagirker, ji salên 2010 vir ve xala
çareseriya pirsgirêka kurd zêdetir ketiye rojeva qada navneteweyî. Bi taybetî
mijara statûya Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêxistinên weke Neteweyên Yekbûyî û
herwiha Yekîtiya Ewropayê ve, bi awayekê fermî hatiye niqaş kirin. Digel rewşa
neyênî ya sala borî, wisa diyar e ku wê di vê sala 2015’an de heman mijar
zêdetir bê niqaş kirin û bigehêje zelaliyekê.
Di sala
2014’an de li Bakurê Kurdistanê jî hin pêşketinên berçav hatin dîtin. Çendî
hikûmeta AKP’ê xwedî helwestekê samimî ne be jî, diyaloga ku bi Birêz Öcalan re
hate lipeşxistin xwedî gavekê girîng e. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem
dewletê bi awayekê fermî pêwîstiya bi çareseriya Pirsgirêka Kurd aşkere anî
ziman û kir rojeva raya giştî. Bê guman heman rewş li gorî berjewendiyên fermî
yên Komara Tirkiyê nebûn, lê belê rayedarên wê ji bo tiştekê wisa neçar bûn. Û
carekê gotin ji nava lêvan derket, êdî ne mumkun e ku heman mijar bê înkar
kirin.
Piştî salekê
weke ya 2014’an em nikarin ji bo sala 2015’an pirr bi hêvî bin. Çendî kes
nikare berê rewşê zêdetir biguhere û ber bi paş ve bibe jî, dîsa wê ev sal bi
zehmetiyan derbas be. Hebûna hêza terorîst ya DAİŞ’ê hê jî weke xeteriyekê li
pêşiya me ye. Wisa diyar e ku, heya dawiya vê salê jî wê heman xeterî ji holê
neyê paqiş kirin. Bê gûman serkeftin ya Gelê Kurd e, lê belê wê zehmetî jî
hebin. Digel hêvî û daxwazên min, bi heman xalê ve girêdayî, heya dawiya vê
salê jî aramî kirina rewşa li Rojava pirr zehmet tê xûyan.
Tê zanîn ku
di vê salê de, di 6’ê Hezîranê de, li Tirkiyê hilbijartinên giştî hene. Li gorî
min wateya van hilbijartinan ji yên hemû demên borî zêdetir e. Di dîroka Komara
Tirkiyê de cara yekem e ku, bi awayekê ne fermî be jî, nûnerên Gelê Kurd
dikarin xwe îfade bikin. Lewre divê di hilbijartinên 6’ê Hezîranê de Kurd bi
hêzekê hê mezintir bikevin heman Parlemenê. Ji bo heman hilbijartinan pêwîstî
bi siyasetekê aqilane heye. Lê mixabin, li gorî daxûyaniyên nû yên rayedarên HDP’ê ez nikarim zêde xweşbîn
bibim. Eger HDP weke Partî bikeve hilbijartinan xeterî heye ku di 4 salên pêş
de Parlemena Tirkiyê tenê ji AKP, CHP û MHP’ê re bimîne. Bê guman mirov nikare
ji parlemenekê wisa tiştên baştirîn hêvî bike. Lewre ez dibêm pêwîste carekê
din bi nûnerên serbixwe Kurd bikevin hilbijartinan. Ne wisa be derbas kirina
rêjeya %10 ya hilbijartinan pirr zehmet e.
Di vê sala
2015’an de hêviyên min yên ji bo avakirina bingehekê saxlem ya Yekîtiya
Neteweyî jî hene. Li gorî helwesta hemû hêzên Kurdistanî, bi taybetî jî ya KDP
û KCK’ê, ez hêvîdar im ku di vê salê de hîmekê baş yê ji bo avakirina Kongreya
Neteweyî bê avêtin. Bi pêşxistina heman gavê rê li hemû qirêjiyên weke birakujî
û qirkirina Kurdan bi destê Kurdan dikare bê girtin.
Dîsa, ji her
demê zêdetir di vê salê de derfetên meşandina Dîplomasiyekê Neteweyî hene.
Hêvîdar im ku hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê û KCK di zanistiya vê karê
girîng de bin û pêdiviyên wê bînin cih.
Digel hemû
neyêniyan, sersala we pîroz be, hêvîdar im aşitî û serfirazî bibe qismetê gelê
me jî.
Ahmet
DERE /
05.01.2015
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder