22.11.2009

Ziman Mafeke Xwezayî ye

Zarok di zikê dayîka xwe de guhdarî zimanê dayîka xwe dike. Gotinên ku zarok di destpêkê de fêm dibin ew hevokên ku dayîk ji wan re bilêv dikin in. Lewre bikaranîna zimanê dayîkê, ji bo herkesê û li her deverê mafeke herî xwezayî ye.
Guneh an jî xêr zimanan nasnakin. Axiftina bi ti zimanî nikare bibe sedemê gunehan an jî xêran. Kesê ku bixweze gunehan bike ew dikarin di her zimanî de bikin. Mijar zimanê kurdî, erebî, tirkî, fransizî an jî zimanêkî din nîn e. Ti ziman nabe hacetê esasî yê gunehan, an jî yê xêran. Lê belê di dîroka Kurdan de ev rastî cuda hatiye dîtin. Heya 3 sal berê jî, li welatekî weke Tirkiyeyê, çewa ku anîna ziman a ramanê ne azad bû, her wiha bikaranîna zimanê kurdî û rastiya wî jî suç dahate hesibandin. Heman rastî di dema Saddam Husein de jî li Îraqê dahate dîtin. Îro li Îranê û li Sûriyeyê jî zimanê kurdî di bin zextê de ye, xebatên ji bo pêşxistina wî têne astengkirin.

Di vî pêvajoyê de xebatên ji bo pêşxistina zimanê dayîkê pêwîstiyeke mezin e. Ji bo bersivdayîna vê pêwîstiyê divê hewldanên ferdî ên bi cewher hebin. Di destpêkirin û meşandina hewldanên ji bo pêşxistina zimanê kurdî de rola sereke yekser dikeve ser milên derdorên Rewşenbîr, Cîwan û Xwendekaran. Bêguman ji bo pêşxistinekî baş a ziman, pêwîstî bi keda hemû qadên gel heye. Lê belê berpirsyartiya ku dikeve ser milên Rewşenbîr, Cîwan û Xwendekaran zêdetir li pêş e. Lewre divê ev derdor bikaribin rola xwe baştir bileyzin.

Li kûderê Kurdistanê, an jî li kûderê cîhanê dibe bila bibe, bi taybetî divê Cîwan û Xwendekarên kurd di vî warî de xwe zêdetir di bin bar de bibînin. Heya roja îro hin hewldan, ji aliyê heman derdoran ve çêbûnin û helwestekî erênî jî derketiye holê, lê ev ne bes e. Di roja îroyîn de Cîwan û Rewşenbîrên kurd zêdetir xwedî îmkan û derfetan in. Berê her tiştî, di hemû cîhanê de şiyarbûnekî li hemberî mafê mirovan heye û ji bo daxwazên aramî, demokratîk û xwezayî heye. Heke Cîwan û Rewşenbîrên Kurd derfetên heyî û rewşa objektîf baş binirxînin wê bikaribin pir encaman bidest bixin. Divê baş were zanîn ku her çalekiyekî û raberkirina her helwestê dibe qewetekî moral û tesîrê li ser hemû Kurdan dike.

Di aliyê din de, pêşxistina zimanê kurdî, bi çi zaravî dibe bila bibe, tenê di warê ziman de bi sînor namîn e. Ew di heman demê de xwedî wateyekî siyasî, çandî û moral e jî. Lewma, pêwîste ku her kurd zimanê xwe ê dayîkê, Kurmancî, Soranî, Zazakî û Goranî, weke mafekî xwezayî, hîm bibe, bide fêrkirin û biaxife. Li dijî raberkirina nêzîkatiyên piçûkxistina zimanê kurdî, bi taybetî a ji alî rayedarên dewletên dagirker ve tê meşandin, divê ku her kurd bi hewldanekî taybetî li zimanê xwe xwedî derkeve. Lewre divê di her qadên jiyanê de kurdî were bikaranîn.

Roja îro rexneya herî giran ya ku dibê “ Kurd bi zimanê xwe naaxifin” e. Ev rexneyên di derbarê nebikaranîna zimanê kurdî de di cihên xwe de ne. Pêwîste em wate bidin helwesta van derdorên ku tim rexneyên xwe li dijî axiftina bi zimanê tirkî, erebî û farsî dikin. Ez rexneyên van derdoran di cih de dibînim.

Ez lidijî bikaranîna ti zimanan nînim. Heke ji bo me Kurdan pêşxistina ziman pir pir pêwîst nebûya ez wisa nêzîk nedibûm. Bikaranîna zimanê kurdî dikare bandorê li ser hemû jiyana Kurdan çêbike. Lewre ez dixwezim hemû kurd ji derveyê zimanê xwe ti zimanekî din di jiyana rojane de bikar neynin. Ev nayê wateya ku dê em qet erebî, farsî û tirkî bikar neynin. Divê em zimanên biyanî jî bizanibin. Lê belê dema ku di jiyana rojane de, bi taybetî di nava xwe de, di jiyana malbatê de, zimanekî biyanî bigirin pêş ev dibe xeteriyeke mezin. Pêwiste ti Kurd xwe neke vê rewşê.

Ji destpêka sedsala 21. ve em weke gelê kurd di pêvajoyekî pir bi aloz û bi wate de derbas dibin. Ji bo ku em di vê pêvajoyê de bikaribin baştir li ser lingên xwe bisekinin, divê em bi rêbazên cûr bi cûr bitekoşin. Rêbazeke herî bibandor jî bikaranîna ziman e. Hemû xebatên ji bo pêşxistina zimanê kurdî dikare di çarçoveya têkoşînê de were dîtin. Lewma, ez divêjim her Kurdê ku dikare di jiyana xwe a rojane de xwe bi kurdî bîne ziman, divê ku ew bi kurdî jî biaxife. Yên ku nikarin, divê hewl bidin daku fêr bibin.

Di pir nivîsên xwe de ez hêviyên xwe ên ji bo pêşketina zimanê kurdî bilêvdikim. Di vî warîde pêşketin jî hene, lê belê ev ne bes in. Ez ê tim vî baweriya xwe diparêzim û, berê her tiştî ji Rewşenbîr, jî Cîwan û ji Xwendevanên Kurd hê zêdetir hewldanên tekoşînê hêvî dikim.

Heya niha, çi li her çar parçeyên Kurdistane û çi jî li Ewropayê, pir civîn û Konferansên ku di derbarê zimanê Kurdî de çê bûne hene. Ez dizanim ku armanca van hemû xebatan pêşxistina kurdî ye. Li Başûrê Kurdistanê dibistan û zanîngehên ku bi Kurdî perwerde didin her ku diçe dewlemend dibin. Ez derfetên li Başûrê Kurdistanê weke fersendekê mezin, a ji bo pêşxistina kurdî dibînim û dipejirînim. Îro di cîhanê de jî bisedan zimanzanên kurd hene û xebatên xwe ên hêja dimeşînin. Lewre ez bihêvîyên mezin li paşeroja zimanê dayîka xwe dinêrim.

Ahmet DERE / 17.10.2009

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder